1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sîyanurger gundê Dêrsimê dikirin
Sîyanurger gundê Dêrsimê dikirin,sîyanurger,gundê,dêrsimê,dikirin

Sîyanurger gundê Dêrsimê dikirin

A+ A-

08:37 25.08.2011 FERHAT ARSLAN

DÊRSÎM (DÎHA) - Sîyanurgerê ku li gundê Cevîzlîdere yê navçeya Qislê ya Dêrsimê li sîyanurê digerin, çav berdan gund û hewl didin gund bikirin. Sîyanurgeran komîsyona îkanyê ava kir û bi bihayekî pir mezin dixwazin gund ji welatiyan bikirin. Welatiyên Qislê jî diyar kirin ku ew destûrê nadin ku siyanurger li gund lêgerînê bikin.

Şîrketên ku li Sîyanurê digerin, faliyletên xwe bi lez kirin. Fîrmaya Tunçpinarê ya teşerona Şîrketa Rio Tinto ya li sîyanurê digere û xebatê lêgerina sîyanûrê didomîne li gundê Cevîzlîdere ye navçeya Qislê ya Dêrsimê ji sala 2004'an heta niha lêkolîna xwe berdewam dike. Fîrmayê di sala 2007'an de ji ber berteken welatiyan navber da xebatên xwe. Niha jî li gundê Cevîzlî buroya îknayê vekirin û dest bi xebatên îknayê kirin.

'Dixwazin gund bi pereyên zêde bikirin'

Welatiyê Gundê Cevîzlîdere Aydin Çilgin, diyar kir ku projeyên fîrmayan ji Dêrsimê heta Erzînganê dirêj dibe û niha jî dixwazin gundê wan bi pereyekî zêde bikirin. Aydin, da zanîn ku sîyanurgerên ku li herêmê lêkolînê dikin û li siyanuran digerin dixwazin gundê wan bi pereyekî zêde bikirin. Aydin, destnîşan kir ku welatî li hemberî vê yekê bûn yek û bertekên xwe nîşanî sîyanurgeran dan. Aydin, bilêv kir ku piştî bertekên xwe anîn ziman sîyanurgeran dest ji lêgerînê berda û wiha got: "Ocaxa madenê di sala 2004'an de ket meriyetê. Wê demê hin mirov bi sozên kar hatin xapandin. Di nava 3 salan de nêzî 30 sontaj hatin kolandin. Raydarên madenê diyar dikin ku herêm di aliyê madena sifir de li Tirkiyê yekemîn e û di cîhanê de dirêza 2'emîn de ye. Lê kesên ku li vir li maden digerin ne li sifir, li zêrê bi siyanur digerin. Xeta madenê ji Qislê heta Erzînganê dirêj dibe. Li vir tenê xweza wêran nabe. Her wiha zindî jî mirar dibin û nexweşî zêde dibin. Ger ku ev ocaxên sîyanurê têvevin meriyetê jiyana bi tenduristî namîne."

'Ev polîtîka tunekirina Dêrsimê ye'

Welatiyê bi navê Firat Çilgin jî anî ziman ku ew nayên lîstika fîrmayên sîyanurê û wiha got: "Ev polîtîkaya tunekirina Dêrsimê ye. Em nayên van listikan û em destûrê nadin vê yekê. Heta niha gelê Dêrsimê qetil kirin niha jî xweza û dîroka wê qetil dikin. Li aliyekî bi HES'an qetil dikin, li aliyê din jî dixwazin bi madenên sîyanurê qetil bikin"

Seroka BDP'a ya navçeya Qislê Gulender Demîrdogen, jî anî zima nku ew dê gel li hemberî vê yekê bi rêxistin bikin û li ser vê mijarê panelan pêk bînin. Demîrdogan, da zanîn ku ew dê li ser vê mijarê civînan çêkin û gel hişyar bikin û destûr nadin ku ocaxên sîyanurê li vir bên kolandin.

(mae)