1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Sûheyla Mînayî pênç roje dest bi gireva birçîbûnê kiriye
Sûheyla Mînayî pênç roje dest bi gireva birçîbûnê kiriye,sûheyla,mînayî,pênç,roje,dest,bi,gireva,birçîbûnê,kiriye

Sûheyla Mînayî pênç roje dest bi gireva birçîbûnê kiriye

Girtiya siyasî ya Kurd bi navê Sûheyla Mînayî di girtîgeha Kirman a Îranê de ev pênç roje dest bi greva birçîbûnê kiriye

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN Li gorî nûçeya malpera Mafê Mirovan a Hengavî, girtiya Kurd a bi navê Sûheyla Mînayî ku li girtîgeha Kirman a Îranê tê girtin, ji bo nerazîbûna li hemberî êşkence û bêrêziya gardiyanên girtîgehê, 5 rojin dest bi greva birçîbûnê kirine. Sûheyla Mînayî 27 salî ye û welatiya bajarokê Dîwanderey bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Zêdetir saleke di Girtîgeha Kirman a bajarê Kirman a Îranê deye. Sûheyla Mînayî di sala 2015'an de piştî şeş mehên binçavkirinê, ji aliyê Dadgeha Şoreş a bajarê Sinewe li ser îdiaya peywendiya wê li gel partiyek mûxalif heye, 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û piştre şandin Girtîgeha Kirman. Hêjayî gotinê ye ku di girtîgehên Îranê de her roja diçe grevên birçîbûnê zêde dibin. Di vê mehê de Areş Sadqî, Seîd Şêrzad, Hesen Restgarî Mecîd, Aso Rûstemî, Resûl Herdanî, Kemal Hesen Remezan û hejmarek din a girtiyan dest bi gireva birçîbûnê kirine. Di heman demê de rewşa tenduristiya van girtiyên siyasî xirab dibe. Gelek ji van girtiyan ji bo derxistina dengê xwe yê nerazî beramberî şêweyê cezakirinê û kiryarên dijî mirovahiyê yên berpirsên girtîgehan, di girtigehê de dest bi greva birçîbûnê kirine. (np)