1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sûr li dijî êrişên giran di ber xwe dide
Sûr li dijî êrişên giran di ber xwe dide,sûr,li,dijî,êrişên,giran,di,ber,xwe,dide

Sûr li dijî êrişên giran di ber xwe dide

A+ A-

AMED (DÎHA) - Navçeya Sûrê ya Amedê ku 32 rojin hêzên dewletê ketin û derketin qedexe kiriye, êrîşên hêzên dewletê didomin. Li dijî êrîşên hêzên dewletê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) di ber xwe didin. Hat zanîn ku di şer de ji şevê din heta niha tîmekî taybet û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Her wiha tang û kepçeyek jî hat darpkirin.

Dorpêç û rêveberiya awarte ya Navçeya Sûrê 32 rojin didome. Hêzên dewletê li Sûrê bi hemû çekên giran êrîş dikin, lê nikarin têkevin nava kolanên Sûrê. Li navçeya Sûrê ku şevê din sewqîyata tangan hat kirin êrîşên polîs û leşkeran zêde bû. Êrîşên ku ji şevê din de dest pê kir heta serê sibê berdewam kir. Hat dîtin ku di êrîşan de top û bombeavêj hatin bikar anîn. Yekîniyên Parastina Sîvîl (YPS) jî bersîv da êrîşan û destûr nedan ku leşker û polîs têkevin kolanan. Hat diyarkirin ku Tanga xwest di tenişta Mizgefta Kurşunlu re têkevin kolanan, rastî teqînê hat û hat rûxandin.

Polîsekî taybet û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

Leşker û tîmên taybet ên ku xweztin têkevin taxa Hasirliyê rastî bersîva YPS'ê hatin. Hat zanîn ku di şer de polîsek û 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dan. Dîsa di mala ku leşker û polîsan wekî kozikê bikar tînin de teqîn pêk hatiye. Nehat zanîn ku di malê de mirî û birîndar heye ya na. Maşîneya Zirxî ya xwest têkeve taxa Hasirliyê rastî êrişa bi roket hat. Kepçeya zirxî di êrîşê de perçe bû.

Leşker bombeavêjan davêjin malan

Li taxa Savaşê jî leşker û polîs bombeavêjan davêjin malan. Ji ber bombeavêjan di gelek malan de şewat derket. Leşker û polîsan li aliyê din warên îbadetê dikin hedef. Niha jî êrîşî mînareya mizgefta Hacî Hamit kirin.

Li navçeya Sûrê êrîşên bi çekên giran didomin.

(mae)