1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sûriye: 25 ton alîkariya Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê re dişand hat desteserkirin
Sûriye: 25 ton alîkariya Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê re dişand hat desteserkirin,sûriye,25,ton,alîkariya,tirkiyeyê,ji,daiş,ê,re,dişand,hat,desteserkirin

Sûriye: 25 ton alîkariya Tirkiyeyê ji DAIŞ'ê re dişand hat desteserkirin

Hêzên ewlekariya Sûriyê ragihand ku li bajarê Helebê 25 ton alîkariya dermanan a Tirkiyê ji bo DAIŞ’ê dîtine û dest danîne ser

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN 

 Hêzên ewlekariya Sûriyê ragihand ku li bajarê Helebê 25 ton alîkariya dermanan a Tirkiyê ji bo DAIŞ’ê dîtine û dest danîne ser. 

 Li gor ajansa Îranê rayedarên ewlekariya Sûriyê li bajarê Helebê 25 ton alîkariya derman û amûrên ji bo nexweşxaneyên seyar ku ji Tirkiyê ji DAIŞ’ê re hatiye şandin, dîtine û dest danîne ser. 

 Li gor heman çavkaniyê rayedarên ewlekariya Sûriyê çeteyê bi navê Ebdulrehman Kinco ku derman ji Tirkiyê aniye Helebê girtine. 

 Çavkanî balê dikşîne ser vê yekê ku vî kesî beriya niha jî ji Tirkiyê çek û derman debasî Sûriyê kiriye. Li gor vê yekê şîrketa Elîman ku li Stenbolê ye bi şandina derman û pêwîstiyên nexweşxaneyên seyar pêwîstiyên DAIŞ’ê pêk tîne. 

 Tirkiye ne tenê alîkariya ji bo çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyê re dişîne, herî zêde li ser sînorê Bakûr û Rojavayê Kurdistanê ji çeteyan re desteka malî, cebilxane û dermanan dişîne. Bi caran ji aliyê Rêvberiya Xweser û cîhanê ve belgeyên alîkariya Tirkiye û DAIŞ’ê deketiye holê. 

 (ge)