1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Sûriyeyê Li Qamişlo Êrîş Kir
Sûriyeyê Li Qamişlo Êrîş Kir,sûriyeyê,li,qamişlo,êrîş,kir

Sûriyeyê Li Qamişlo Êrîş Kir

A+ A-

Qamişlo - Hêzên rejîma Sûriyeyê, li Qamişloyê bi bombeyên gazê êrişê çalakiya ji bo bîranîna Komkujiya Qamişloyê ya di 12’ê Adara 2004 de pêk hat û di encamê de bi dehan kes hate kuştin, kirin. Hate diyarkirin ku çekên rast jî hatine karanîn û di encamê de herî kêm kesek birîndar e û pevçûn berdewam dike. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê derabeyên dikanên Kurdan dişkînin.

Îro li seranserê Rojavayê Kurdistanê cangoriyên serhildana 12'ê Adara sala 2004'an tên bîranîn. Bi hezaran kes li bajarên Qamişlo, Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê li qadan komkujiyê protesto dikin. Li gorî agahiyên dawî agahiyên dawî, li Taxa Qudûrbeg a Qamişloyê hêzên rêjîma Baas bi çek êrîşî girseya gel kirin û herî kêm birîndarek heye. Pevçûna li bajêr berdewam dike.

Êrişa bi bombeyên gazê ya li ser xwepêşadana li Qamişloyê berdewam dike. Li taxên Hilêliyê û Enteriyê jî, hêzên rêjîmê êrîşî Kurdan dikin. Bi deh hezaran kesên tevlî xwepêşandanan bûneber bi goristana Qudûrbeg ve dimeşin. Hate diyarkirin ku çekên rast jî hatine karanîn û di encamê de herî kêm kesek birîndare û pevçûn berdewam dike. Hate ragihandin ku hêzên rejîmê derabeyên dikanên Kurdan dişkînin.

Her wiha, komkujî li Dêrika Hemko, Dirbêsiyê, Efrîn, Koban û Helebê û hemû bajar û navçeyên Rojavayê ji aliyê dehezaran ve tê protestokirin û protesto berdewam dikin.