1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Sûrî 2 hezar girtiyên din berdide
Sûrî 2 hezar girtiyên din berdide,sûrî,2,hezar,girtiyên,din,berdide

Sûrî 2 hezar girtiyên din berdide

A+ A-

ŞAM - Hat ragihandin ku rewşa awerte ya li Sûriyeyê tê rakirin. Saziya mafê mirovan jî da diyarkirin ku wê 2 hezar kes bêne berdan. Herwiha tê hêvîkirin ku Serokkomarê Sûriyeyê Beşar el Esad di van demjimêran de daxwiyaniyek bide.

Rêveberiya Sûriyeyê biryar da ku rewşa awerte ya ji sala 1963 û vir ve di meriyetê de ye, were rakirin.

Şêwirmenda Serokkomarê Sûriyeyê, Busayna Şaban ji AFP’ê re axivî û got; “Ji xwe biryara rakirina rewşa awerte hatiye dayîn, lê ew ê kengî bikeve meriyet nediyar e.”

Partiya Baas a Sûriyeyê 8’ê Adara 1963 bi derbeyek leşkerî bû desthilat. Ji wê rojê heta niha Sûriye bi rewşeke awerte tê rêvebirin.

Piştî serhildanên li welatên Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîkayê, êdî pêla serhildanên gihişt Sûriyeyê. Xwepêşdanên li Sûriyeyê roja 15’ê Adarê li bajarê Derayê dest pê kir bi daxwaza reform û guhertinên welêt, li gelemperiya welêt belav bû. Piştî wê Serokkomar Beşar el Esad sozên reforman dabû.

Serhildanên di 15’ê Adarê de li Sûriyeyê dest pê kir, li gelemperiya bajarên welatt berdewam dikin. Roja înê li bajarê başûrê welat Tafas û yê li navenda welêt Lazkiyeyê avahiyên partiya Beas hatin şewitandin, di van bûyeran de gelek kes hatin kuştin. Rêvberiya Sûriyeyê li beramberî xwepêşandanan 14 jê Kurd bi giştî 260 girtî serbest berda. Muxalîfan bangên rejîma Beasê yên ji bo reforman bes nedît û banga berfirehkirina çalakiyan kir. Di roja înê de herî kêm 25 kes hatin kuştin. Herwiha xwepêşandanan di roja şemiyê de rengek din girt; cara yekem avahiyên rejîma Beasê bûn hedef.

Herwiha Rêveberê Mala Çavdêriya Mafê Mirovan ê Sûriyeyê Ramî Abdurahman diyar kir ku ew bi dilxweşî rakirina rewşa awerte pêşwazî dikin û ragihand ku divê ji bo vê yekê nêzî 2 hezar girtî serbest bêne beran.