1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Sûrî jî soza reforman dide
Sûrî jî soza reforman dide,sûrî,jî,soza,reforman,dide

Sûrî jî soza reforman dide

A+ A-

ŞAM - Rêveberiya Sûriyeyê li beramberê xwepêşandanên li başûrê welêt hatine destpêkirin, soza hinek reforman da. Rayedarên Sûrî ragihandin ku ew ê rewşa awerte ya ku ji sala 1963 di meriyetê de ye binirînin. Herwiha rêvberiyê soz da ku ew ê derbarê êrişên li ser xwepêşandanan lêpirsîn bidin destpêkirin.

Piştî xwepêşandanên li bajarê Derayê rayedarên Sûriyeyê soza reforman dan. Li gor çavkaniyên herêmî, polîsên Sûriyeyê duh gulle li girseya beşdarî merasima ji bo cenazeyên kesên duh li Derayê hatibûn kuştin, reşandin. Li gor agahiyên parêzvanên mafê mirovan dane, herî kêm 100 kes jiyana xwe ji dest dan. Rayedarên Sûriyeyê ragihandin ku ew ê lêpirsîn derbarê bûyerê de lêkolîn bide destpêkirin.

Li gor çavkaniyên fermî heta niha 10 kes di bûyerên li Derayê de jiyana xwe ji dest dane, lê li gor agahiyên ji herêmê digihe ajansên navnetewî, jimara kesên di xwepêşandanan de hatine kuştin ji sedî zêdtir e. Herwiha li gor hinek çavkaniyan jî nêzî 20 hezar kes beşdarî xwepêşandan bûn.

Rayedarên hikûmetê diyar kir ku ew ê derbarê kuştin û êrişên li ser xwepêşandan lêpirsîn bidin destpêkirin û berpirsan derxîne pêşberê dadgehan. Lê hat diyarkirin ku tenê hinek kesên di xwepêşandanê de hatine binçavkirin hatine berdan û ev biryar tenê ji bo demek kin bû.

Berdevka Serokkomar Bûteyna Şaban sucdarkirinên ku dibêjin hikûmetê ji bo êrişa çekdarî ya li ser xwepêşandanan derewand û diyar kir ku lê ev nayê ê wateyê ku kêmanîs tune ye û got; “Wê komîsyonek were avakirin û wê guhdarî daxwazên rewa yên gelê me yê li Derayê bike.

SOZA PIR-PARTÎ

Berdevk Şaban ragihand ku wê mûçeyên karkeran were zêdekirin, wê di sîstemên tenduristiyê de reform pêkbên got; “Herwiha wê ji bilî Partiya Beasê, partiyên din jî wê beşdarî hilbijartinan bibin. Wê pêkanînên li dijî çapemeniyê bêne rakirin û wê ji bo tekoşîna li gendeliyê mekanîzmayek nû were avakirin.”

Hêjayê gotinê ye ku rejîma Beasê ji beriya niha sala 2005’ê soza pakêta reforman a bi vî awayî dabû. Lê her ku çû zextên li ser çapemenî zêde bûn, girtin, binçavkirin û binpêkirinên mafê mirovan gihiştin asta herî jor.


Bêjeyên Miftehî