1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Tariq Haşimî ji 150 êrişan hat tawanbarkirin
Tariq Haşimî ji 150 êrişan hat tawanbarkirin,tariq,haşimî,ji,150,êrişan,hat,tawanbarkirin

Tariq Haşimî ji 150 êrişan hat tawanbarkirin

A+ A-

Komîsyona ji bo lêpirsîna der barê Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî de hate sazkirin, ragihand ku hatiye piştrastkirin ku Haşimî piştgîgirî daye 150 çalakiyên bombeyî û êrişan. Lê komîsyonê têkildarê vê îdîayê agahiyan neda.

Li gorî nûçeya televîzyona El Cezîreyê, Komîsyona ji bo lêpirsîna der barê Alîkarê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî de hate sazkirin, ragihand ku hatiye piştrastkirin ku Haşimî piştgîgirî daye 150 çalakiyên bombeyî û êrişan.

Komîsyonê da diyarkirin ku kesên di hîmaya Haşimiyê ku ji ber êrişên bombeyî û sûîqestê tê tawanbarkirin, gelek rêveber û bijîşkan bi çekên bêdengker hatine kuştin.

Tariq Haşimî yê ku li Herêma Kurdistanê ye hemû tawanbarkirinê der barê xwe de red kir û diyar kir ku ev tawambarkirinane ji bo xurtkirina desthilatiya Nûrî Malikî hatine kirine.

ANF NEWS AGENCY