Tecrîd bi OHAL'ê duqat giran bû
ÎDÎR (DÎHA) - Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û endama Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Şaziye Onder, diyar kir ku bi îlankirina OHAL'ê re tecrîda li ser Ocalan girantir bû. Onder, anî ziman ku Tirkiye bi van pêkanînan zagon û huqûqa xwe binpê dike. Onder, bilêv kir ku astengiyên li pêş hevdîtinê fikarên wan zêdetir dike.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 5 salin nikarin biçin Îmraliyê. Heyeta Îmraliyê ji 5'ê Nîsana 2015'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Malbata Ocalan jî zêdeyî 2 salin nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevditin bikin. Bi taybetî piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê ku gotinên der barê rewşa Ocalan de pêş ketin fikarên der barê Ocalan zêde bûn. Tekildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û îlana OHAL'ê Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê û di heman demê de Parêzera Ocalan Şaziye Onder, diyar kir ku bi astengiyên li pêş malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê fikar û gumanên wan ên der barê ewlehî û tenduristiya Ocalan de zêde dibin. Onder, anî ziman ku piştî îlana OHAL'ê û şûnde astengiyên li pêş hevdîtinê zêdetir bûne û tecrîda li ser Ocalan duqat girantir bûye.
'Em dixwazin agahiyek şênber ji Îmraliyê bê'
Onder, destnîşan kir ku bi milyonan kurd Ocalan wekî rêberê gel qebûl dike û wiha axivî: "Piştî hewldana darbeyê hemû cavê cîhanê zîvirî ser Ocalan û Îmraliyê. Bi hewldana darbeyê û îlana OHAL'ê fikar û gumanên gel zêdetir bû. "Di 15'ê Tîrmehê de li dijî hewldana darbeyê darbeyek din pêş ket. Ji ber darbeya di nava darbeyê de der barê rewşa Birêz Ocalan de fikar û meraqên me gelek zêde ne. Heta niha me der barê rewşa Birêz Ocalan û Îmraliyê de tu agahî negirtine. Em dixwazin demek berî demekê agahiyên şênber bigirin. Em dixwazin bi lezgîn agahiyek şênber bigirin. Bi lezgîn heyetek serbiwe biçe Îmraliyê.
'Ocalan mafdar derket'
Onder bal kişand ser gotina Ocalan a "Pêvajoya çareseriyê biqede dê darbe pêk bê" û wiha got: "Em dema li pêşdîtina Birêz Ocalan dinerin, em dibînin ku Birêz Ocalan pêş xwe baş dibîne. Gotinên wî yên berê îro yek bi yek rast digere. Bi salan berê diyar kir ku pêdivî bi pêvajoya aştiyê heye û ji bo vê yekê jî anî ziman ku pêdivî ji aştiyê heye. Birêz Ocalan da zanîn ku ger li Tirkiye şer dest pê bike dê Kaos pêş bikeve û îro em vê rastiyê dibînin. Dîsa diyar kir ku dê kujerên faîl pêş bikevin û pergala darbeyê têkeve meriyetê."
'Hevdîtin dê rê li pêş civakê veke'
Onder, da zanîn ku li welatekî ku hemû heq û hiqûq, mafê demokratîk hatibe rawestandin, ne pêkan e ku xwe ji darbeyê rizgar bike û wiha berdewm kir: "Kilîta çareseriyê azadiya Birêz Ocalan e. Divê berî her tiştî bi Îmraliyê re hevdîtin bên kirin. Ger ku li Îmraliyê hevdîtin dest pê bike dê rê li pêş civakê vebe. Ji ber ku Birêz Ocalan îspat kir ku ew Rêberê Gel e. Çend sal berê got dê pergala darbeyê têkeve meriyetê. Ji bo ku fikrên wî ji civakê qut bike hemû têkiliyên wî ji civakê qut kirin. Belkî dixwazin bi wîre hevdîtin bikin. Lê divê teqez heyet hebe. Ger ku heyet tune be wateya hevdîtinan jî tune ye. Berê Birêz Ocalan jî gotibû ku ji bo muzakereyên du ali pêş bikev divê heyetên serbixwe biçin Îmraliyê û hevdîtinan bikin. Birêz Ocalan di rewş û pêvajoyek wisa de kesên ku gavên polîtîk û pêşerojê diyar bike ye. Hem gelê kurd û gelê cîhanê der barê rewş û tenduristiya Birêz Ocalan di nava fikaran de ye. Li bend û heviyên daxuyaniyên Birêz Ocalan in. Lê mixabin destûrê nadin vê yekê.
'Ger ku hevdîtin çênebe dê şerê navxweşî dest pê bike'
Onder, destnîşan kir ku ger hevdîtina bi Ocalan re pêş nekeve îhtimala ku şerê navxweşî dest pê bike jî heye û wiha berdewam kir: "Li Kurdistanê bi salan e OHAL heye. Lê îro li her dera Tirkiye OHAL hatiye ilankirin. Li Tirkiye fikara şerê navxweyî heye. Beşek kesên dijber derketiye kolanan. Lê beşa kesên din ji derkeve kolanan şerê navxweyî ne dûr e. Kurd ji bo şerê navxweyi pêş nekevin her tişt kirin. Kurd naxwazin bûyerên provakatif pêş bikevin. Niha daxwazên komên li kolanan û daxwazên gelê kurd ji hev pir cuda ye. Ger ku rewşa Ocalan neyê zelalkirin gelê kurd jî dê dakeve kolanan. Ji ber vê yekê pêdivî ji hevdîtin, demokratî û zelaliyekê heye. Em naxwazin li Tirkiye şerê navxweyî pêş bikeve. Ji ber vê yekê em li dijî darbe û OHAL'ê ne. Lê ger ku Rewşa Birêz Ocalan zelal nebe em ji dê dakevin kolanan."
'Divê teqez heyet biçe Îmrahiyê'
Onder, anî ziman ku ji ber der barê rewşa Ocalan de agahiyên şênber nayên kirin fikar zêde dibe û xwest heyetek teqez karibe biçe Îmraliyê û hevdîtinê bi birêz Ocalan re çêke û gel agahdar bike.
'Divê CPT dest ji nêzîkatiya xwe ya politik berde'
Onder xwest Komîsyona Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) teqez dest ji vê helwesta xwe ya polîtîk berde û êdî karibe biçe Îmraliyê û têkildarî rewşa Ocalan agahiyan bide. Onder xwest CPT zend û destê xwe babide û bi lezgin tev gere. Onder, anî ziman ku CPT çawa li Cizîr, Nisêbîn û Sûrê helwestek polîtîk nîşan da li vir jî helwestek polîtîk heye û xwest dest ji vê helwesta polîtîk berde."
(mae)
