1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tecrîda li ser Ocalan bû zagonî!
Tecrîda li ser Ocalan bû zagonî!,tecrîda,li,ser,ocalan,bû,zagonî

Tecrîda li ser Ocalan bû zagonî!

Erdogan ferman da, tecrîda li ser Ocalan bû zagonî!

A+ A-

Ji pêşnûmeya zagonê ku dihêle Parlemet5erê CHP’ê Mehmet Haberal bikare dayîka xwe ya nexweş bibîne, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qedexeya hevdîtina bi parêzer û malbatê re derket.

Ji 27’ê tîrmehê ve hevdîtina parêzer û malbatê ya li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hincetên “keştî xirabe ye”, “rewşa hewayê” tê astengkirin. Di encama pêşnûmeya zagona ku bi fermana Erdogan tê amadekirin, tecrîda li ser Ocalan êdî dibe zagonî

Di pêşnûmeya ji aliyê Parlementerê AKP’ê yê Stenbolê Mehmet Dogan Kubat ve hate amdekirin de ji nû ve sererastkirina zagona hevdîtina girtî û hikûmxwariyan a li gel parêzer û malbatan tê pêşniyarkirin.

Li gorî pêşnûmeyê, bi daxwaza Serozgeriya Komarê dadgerê înfazê dikare hevdîtina li gel parêzer û kesên din bi qasî 6 mehan qedexe bike. Bi biryara serdozgerî an jî hikûmxwarî ev biryar dikare bê rakirin an jî kurtkirin. Ger pêwîst bike, dê li ser daxwaza dozgerê ku biryara qedexekirina hevdîtinê daye, parêzer ji Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê parêzerek bê xwest.n

Ger were piştrastkirin ku hevdîtin ne ji bo armancên alîkariya hiqûqî pêk hatiye, dê dawî li hevdîtinê bê anîn û girtek dê bêne girtin. Beriya hevdîtinê tê aliyên hevdîtinê bêne hişyarkirin.

Bi vî awayî dê bikaribin bi awayeke zagonî hevdîtin Ocalan a li gel malbat û parêzerên wî qedexe bikin.

Li gorî hiqûqnasan, li gel vê pêkanînê tecrîda li ser Ocalan dibe zagonî. Hiqûqnasan dan diyarkirin ku ger biryara sînordarkirinê bê dayîn, dê ne parêzerên Ocalan, parêzerên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê biçin serdana Ocalan û hiqûqnas vê yekê weke binpêkirina norm û rêgezên hiqûqa gerdûnî dibînin.

Jixwe Ocalan ji meha tîrmehê ve bi hincetên “koster xirabe ye,” “rewşa hewayê” nekariye bi parêzer û malbata xwe re hevdîtin pêk bîne.

ANF NEWS AGENCY