1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Telebanî: Kurdistana serbixwe nabe
Telebanî: Kurdistana serbixwe nabe,telebanî,kurdistana,serbixwe,nabe

Telebanî: Kurdistana serbixwe nabe

Serokkomarê Iraqê û heman demê de Serokê YNK’ê Celal Telebanî diyarkir ku, ne gengaze ku Herêma Federal ya Kurdistanê bibe serbixwe

A+ A-

Daxuyaniyên ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di van rojên dawî de Kurd wê ‘Qedera xwe bi xwe tayîn bikin’ tîne ziman Celal Telebanî jî tevlî bû. Serokkomarê Iraqê û heman demê de Serokê YNK’ê Celal Telebanî diyarkir ku, ne gengaze ku Herêma Federal ya Kurdistanê bibe serbixwe.

Telebanî ku ji Televîzyona El Cezîre re axivî û got; “Raste mafê me yê li Kurdistanê qedera xwe bi xwe diyar bikin heye, lê belê em vî mafî ji bo sîstema demokratîk ya Iraqê bikartînin.”

Telebanî diyarkir ku, serbixwetî negengaze û wiha axivî: “Di çerçoveya Iraqê de mayîn îro di sûdê gelê Kurd de ye. Ev demê yeketiyên mezine, ne welatên biçûke. Temaşeyî Ewropayê biki, hewil didin bên gel hev, temaşeyî welatên din bikin. Xeyal bikin ku parlementoya Kurdistanê biryara serbixwetiyê da. Em bêjin welatên cîran Tirkiye, Sûriye, Iraq yan jî Îran çek neşandin, tenê sînorên xwe girtin. Hûnê çawa hatiban vêderê? We dê kariba hatibana? Pêwîste em rasteqîn bin. Di çarçoveya Iraqê de em dikarin ji hemû gelên derdora xwe sûdê werbigirin.

ANF NEWS AGENCY