1. Hemû Nûçe

  2. Polîtîka

  3. Telebanî Pîrozbahiya Serkeftinê Kir
Telebanî Pîrozbahiya Serkeftinê Kir,telebanî,pîrozbahiya,serkeftinê,kir

Telebanî Pîrozbahiya Serkeftinê Kir

A+ A-

HEWLÊR - Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî serkeftina nazmedên Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê bi brûskeyekê pîroz kir. Telebanî brûskeya pîrozbahiyê ji Serokê Kongreya Civaka Demokrastî (KCD) û Parlementerê Mêrdînê Ehmed Turk re şand.

Telabanî di brûskeya bi sernava ‘Birayê hêja, rêzdar Ehmed Tirk’ de wiha dibêje; “Ez ji dilê xwe de, ji bo serkeftina we ya ku bi birayên xwe re, Selahedîn Damîrtaş, Şerefedîn Elçî, Beyram Bozyal û hemû namzetên Kurd yên baweriya gel di hilbijartinên dawiyê de girtine pîroz dikim û serfiraziyê ji we hemûyan re dixwazim.”

Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê Iraqê Celal Telebanî got; “Ew serkeftina ku ji aliyê we ve pêk hatiye, berhema xebata partiyên we yên ji demeke dirêj ve ji bo pêkanîna wekhevî, dadwerî, asayîş û aramiyê welatê we ya dost e.

Em bi hêvî ne ku encamên hilbijartinan, bibe bi rêxweşkerek da ku hûn xebata xwe ya aştiyane bi rêve bibin û li ser bingeha nehîştina zor û zorbasiyê û pêkanîna aştiyeyeke seranserî di wî welatî de.

Bi vê xebatê, ez careke din ji we re, baweriya xwe nîşan didim ku ev xebat li ser rêbazeke rast e, rêbaza demokrasî û siyasiyê ku ji aliyê we ve bi rêve diçe, bawer im ku wê bibe cihê baweriya hemû gel û hêzên Tirkiyeyê û ji bo bidestbixistina mafên xwe, gelê we dê li ser vê rêbazê bighîje armancên xwe.”