'Tenê rêya çiyê ji zarokên kurdan re dihêlin'
Şopdarên Ji Bo Zarokan Edalet (ÇÎAT), li ser zarokên mexdûrên TMK'ê yên di cejna zarokan a 23'ê Nîsanê de Mexdûr dibin pêşengeha zarokan vekir
MURAT ÇİFTÇİ/EMİNE ALTINKAYA Şopdarên Ji Bo Zarokan Edalet (ÇÎAT), li ser zarokên mexdûrên TMK'ê yên di cejna zarokan a 23'ê Nîsanê de Mexdûr dibin pêşengeha zarokan vekir. ÇÎAT'ê diyar kir ku ji bilî çiyê rê ji zarokan re nayê hiştin. ÇÎAT'ê da zanîn ku dema zarok di pevçûn û operasyonan de jiyana xwe ji dest didin jî wekî "Terorist" tên bi navkirin.
Şopdarên Ji Bo Zarokan Edalet (ÇÎAT), ji bo di 23'ê Nîsanê Cejna Zarokên Neteweyî de balê bikşînin ser mexdûrên "TMK'ê pêşengeha wêneyan a bi navê "Jiyan tu carî nebû cejn" vekir. Di pêşengeha ku li Kafeya Su-Dem de hate vekirin de wêneyên ku zarokên mexdûrê TMK'ê xêz kirine hate vekirin. Pêşengeah ku hefteyekê vekirî bimîne dê her kes karibe temaşe bike. Aktîvîsta ÇİAT'ê Hulya Tarman, manifestoya platformê vegot û wiha axivî: "Cejna 23'ê Nîsanê ya Zarokan tenê bi zumreyekê bi sînor e. Ji bo gelek zarokan nebûye cejn. Bi taybetî zarokên kurd ji vê cejnê sûdê nagirin. Me di nava 2006-2007'an de li herêmê lêkolîn kir û bi navê "Odeya di xeyalê min de" xebata resîmê da meşandin. Me ev resîmên ku zarokan xêz kirin wekî pêşengeha 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan vekir. Ji bo hemû mexdûrên TMK'ê edalet bi lezgîn pêwist e. Em dixwazin hikûmet berî her tiştî bi lezgîn hemû zarokên girtî serbest berde."
Zarokê ku tev li pêşengehê bûye û mexdûrê TMK'ê ye jî nexwest navê xwe bide û anî ziman ku di 2008'an de hate binçavkirin û rastî tundiya fîzîkî û derûnî hat. Zarokê ku navê xwe neda, anî ziman ku nêzî salekê li girtîgehê ma û wiha got: "Ez di nava şert û mercên ku tu zindî nikarin bijîn de jiyam. Ez ji xebatmên ÇÎAT'ê gelek kêfxweş im."
'Ji bilî rêya çiyê tu rêyên din ji mere nahêlin'
Zarokê mexdûrê TMK'ê ku navê xwe neda, anî ziman ku her tim rastî neheqiyan tên û ji bilî rêya çiyê tu rêyên din ji wan re nahêlin. Mexdûrê TMK'ê anî ziman ku dewlet naxwaze zarokên kurd zane bibin û bixwînin û wiha got: "Zarokên ku ji girtîgehê derdikevin gelek ji wan tiçin çiyê. Hinek jî piştî serbest tên berdan dîsa tên girtin. Rêya çiye nîsanî zarokên kurd didin. Pişti ku di operasyon û pevçûnan de jiyana xwe ji dest didin jî wekî 'terörist' bi nav dikin"
'Em ji zextan rizgar nebûne'
Mexdûrê TMK'ê da zanîn zext û zordariyên polîs û rayedarên dewletê li ser wan didomin û hêj ji zextan xelas nebûne û wiha berdewam kir. Ji ber ku ez tev li cenazeyê mexdûrê TMK'ê û endamê HPG'ê Mazlum Erencî yê li Dêrsimê di 29'ê Heziranê de jiyana xwe ji dest da bûm, 4 rojan hatim binçavkirin. Ji ber ku min peyvira xwe bicih anî û tev li cenaze bûm hatim binçavkirin."
Mexdûrê TMK'ê bang li hemû raya giştî kir û wiha pirsî: "Gelo zaroken ku li kolanan diziyê dikin û dest bi tiryakê kirine sûcdar in ango rayedar? Çima zarok tên girtin? Çima li çiyê jiyana xwe ji dest didin? Çima di bin çavan de rastî lêdanê tên? Ez bang li we dikim hûn dê li hemberî vê zulimê hêj bêdeng bin?"
Mazlum Erencî kiye?
Mazlum Erencî, di 16 saliya xwe de ji ber di 14'ê tîrmehê de tev li çayakiya şermezarkirina "Bi zorê porê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû û hate binçavkirin û piştî 3 rojan di bin çavan de ma û rastî îşkenceyê hat, hate girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Erencî rasti 4 sal û 2 meh ceza hat û piştî 6 meh û 20 rojan girtî ma serbest hate berdan. Erencî piştî hate berdan dîsa di meşek din de bi hinceta li dijî zagona hêjmar 2911'an derketiye disa hate binçavkirin û hate girtin û rastî 7 sal, 5 meh û 20 ceza hat. Erencî piştî 9 meh û 15 rojan girtî ma serbest hate berdan. Erencî ku piştî hate berdan tev li HPG'ê bû li navçeya Çemîşgezeka Dêrsimê di pevçûna 29'ê Heziranê de jiyana xwe ji dest da.
(mae)
