1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Tevgera Heval Egît tevgera rêber û lehengiyê bû'
‘Tevgera Heval Egît tevgera rêber û lehengiyê bû',tevgera,heval,egît,tevgera,rêber,û,lehengiyê,bû

‘Tevgera Heval Egît tevgera rêber û lehengiyê bû'

A+ A-

BÎLAL GULDEM

ÊLIH (DÎHA) – Hevalên ji pêşengên PKK’ê û fermandarê efsûnî Mahsum Korkmaz (Egît) bi boneya salvegera 30’emîn a şehadeta wî axivîn. Hevalê Egît, Kemal Bîlîr diyar kir ku ew bi alîkariya Egît li TPAO’yê dest bi kar kiriye û wiha got: "Min cara yekem Mazlum Dogan û Mashum Korkmaz li çayxaneya nas kir. Dema Egît dimeşiya jî xwedî kesayetiyek cûda bû. Dema dimeşiya bawerî dixist dilê mirov. Di tevgera wî de diyar bû ew rêberê gel û qehreman e.” Hevalê Egît, Hadî Sari jî got ku Egît xwedî kesayetiyek çalak û pêşketî bû.

Yek ji sitûnên dîroka PKK û fermandarê efsûnî Mahsum Korkmaz an go Egît, ligel 30 sal di ser şehadeta wî re derbas bû jî di bîr û baweriya gelê kurd de lehgeniya wî cih digire. Egît ê ku wek pêşengên berxwedan û pêngava çalakiya çekdarî ya li dijî dagerkeriyê tê nasîn jî yekem car li Êlihê bi PKK’ê re tê nasîn. Hevalên Egît, yên li Êlihê behsa kesayet û jiyana wî kirin.

‘Xwe dida xuyakirin ku rêber û lehengê gel bû’

Hevalê Egît, Kemal Bîlîr destnîşan kir ku bi Egît re yekem car bi hevbendiya kurxaltiyê xwe ji pêşengên PKK’ê Veysî Guzel re di navbera salên 1972-1973’an de hatiye nasîn û wiha got: "Egît bi peyvan anîna ziman zehmet e û ew şexsiyetek nayê vegotin tê jiyankirin bû. Ji bo Egît bêziman pêwîst bû pê re bihata jiyankirin û çavdêrkirin. Di rêveçûna xwe de jî pir kesayetek cûda bû. Dema dimeşiya jî bawerî dida mirovan. Kesayetek pir bi heybet bû. Dema bi rêve diçû jî erd û esman ji berê dihejiya. Dema li cihekî dimeşiya jî xwe dida nîşandan ku ew rêber û lehengê gel bû. Mirovek bawerî dida hevalê xwe, derew nedikir û dil paqij bû. Egît di wê demê de jî xwe dida xuyakirin ku wê bibe lehengê gelê xwe. Xwe bi her awayî û tevgera xwe dida nîşandan.”

‘Bi seknek şoreşgerî xwe bi gel da qebulkir’

Bîlîr da zanîn ku Egît ji heval, mirov û derdora xwe re mirovek pir bi rêzdar bû û li hember mirovan bi histiyarî tevdigeriya û wiha got: “Di nav gel û civakê de bi kê re biketa nav têkiliyan xwe dida qebulkirin. Dema di navbera salên 1975-1976’an de hêdî hêdî bayê PKK’ê li heremê belav dibû, têkiliyên heval Egît bêtir xurtir bûn. Bi tarz, sekn, axaftin û hemû tevgerên xwe yên şoreşgerî li ser gel bandor dikir.”

Bi alîkariya Egît dikeve kar

Bîlîr diyar kir ku di sala 1979’an de dema TPAO karkeran digirt kar bi navbeynkariya Egît wî hildane kar û wiha axivî: “Di nav sitendina karkeran de Egît û koma hevalê xwe rê li ber torpîl û hîleyan girtin û mûdaxeleyî feraseta ne baş a disipartin karkeran guherandin. Mafê karkeran parastin û hemû karker ji ber wê li cem wan cih girtin. Ew ji bo me fermanderek û lehengekî bêmirin e. Ji ber ku ji bo me kesayetek bi nirx bû, min navê lawikek xwe lê daniye.”

‘Mahsum û Mazlum li çayxaneya min hev naskirin’

Bîlîr destnîşan kir ku ji pêşengên PKK’ê Mahsum Korkmaz û Veysî Guzel yekemîn car bi PKK’ê an go bi Mazlum Dogan re li çayxaneya wî hatine nasîn û got ku cihê hevnasîna pêşengên PKK’ê ewil li Êlihê cem wî pêkhatiye.

‘Mirovek pir çalak û pêşketî bû’

Heval, gundî û kirîvê Egît, Hadî Sari jî behsa Egît kir û wiha axivî: "Min Egît ji gund heta Êlihê nas kir. Em kirîvên hev in. Egît mirovake pir çalak û pêşketî bû. Kesek her tim dema xwe bi hevalên xwe re derbas dikir bû. Dema Egît bi hevalê xwe re Lîse-Der ava dikirin, ez ji wan re bûm alîkar û wê saziyê min ji wan re da çêkirin. Piştî me ji wan re wê saziyê çêkir demek dirêj dema me bi hev re derbas bû. Serê ewil Egît di nav tu sazî û nêrînê de cih nedigirt. Hêdî hêdî li Êlihê dixwest partî û saziyan nas bike û heta sala 1976’an de bi PKK’ê re hate nasîn.”

‘Dibe ku ev dîtina me ya dawî bû’

Sarî behsa bîranînek xwe ya bi Egît re kir û ev tişt got: “Rojek ez, birayê min, Egît û bavê xwe bi hev re bi otobûsê çûn Dîlokê. Di otobusê de ez û Egît li rex hev rûniştin û bavê wî û birayê min jî li rex hev rûniştin. Dema em bi rê de diçûn heval Egît ji min re got ‘Dive ku ev hevdîtina me ya dawî be. Dibe ku êdî tu min nebînî.’ Piştî wê rojê min wî nedît. Dema wî got jî lê min jê fêm nekiribû. Piştî çû min jê fêm kir. Dîtin û bîranîna me dawî çûna me ya ber bi Dîlokê ve bû.” Sari di dawiya axaftina xwe de got ku ew deyndarê têkoşîn û berxwedana Egîtan in.

(bg/mae)