1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Tevkujî: Mirin, êş û hêvî
Tevkujî: Mirin, êş û hêvî,tevkujî,mirin,êş,û,hêvî

Tevkujî: Mirin, êş û hêvî

Li cîhanê cih tên guherîn lê êşên tên jiyîn nayên guherîn

A+ A-

Mirin, êş, komkujî... Li cîhanê cih tên guherîn lê êşên tên jiyîn nayên guherîn. Dêrsîm, Hîroşîma, Sêwas, Halepçe, Roboskî...Mezopotamaya Dans, komkujiyên li cîhanê pêk hatin bi lîstîna bi navê "Jenostî" (Tevkujî) digire dest û dixwaze çareke din komkujî neyên jiyîn.

Reqas bi dengek di nava tariyê de bilind dibe; "Ez hej ji tarîtiyê nakim" dest pê dike. Komkujiyên li Hîroşîma, Dersîm û Tamîlan pêk hatin û kuştinên jinan bi reqaseke lîrîk tê pêşandan. Di lîstîkê de êşên gelên cuda tê vegotin. Bi zimanên cuda muzîk di lîstikê de cih digirin. Di lîstikê de laş di erdê re tên rakêşandin û jin bi êş lorîkan di lorînin. Têkoşîna baştiyê û xerabtiyê bê navber berdewam dike. Ligel hemû êş û windayên hatin jiyîn baştî têknaçe û dest jê nayê berdan. Di dawiya lîstikê de jî bedenên bêrih bi beteniyan girêdayî li erdê tên derêjkirin. Li ser bedenên bêrih berf dibare û komkujiya Roboskiyê tê vegotin. Di dawiya lîstikê de li gel hemû êşan zarokan derdikev ser dikê û "hêviya" avakirina "pêşe rojê" vedibêje.

'Zarokên berxwedaneke mezin nîşan bidin mezin dibin'

Mezopotamya Dans, komkujiyên li Tirkiyeyê û cîhanê pêk hatin girt dest û xwest ku careke din tu êşên wisa pêk neyên. Mezopotamya Dans, lîstîka xwe ya bi navê "Jenosît" li 1'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê pêşandan. Derhêneriya lîstikê Serhat Kural ê ku ti nav Koma Reqasê ya Mezopotamya ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê de cih digire kir. Kural, diyar kir ku ji meha çotmehê heta niha têkildarî lîstikê de xebatan dikin. Kural, anî ziman ku wan komkujiyên Halepçe, Dêrsîm, Roboskî, Hîroşîma û Tamîlan li ser wêneyan lêkolîn kirin û der heqê wan de lêkolîn kirin. Kural, da zanîn ku wan karografî jî li ser wêneyan lêkolîn kirin û wiha got: "Heke em hîsên xwe kêm jî be êşên di komkujiyan de pêk hatin bidin nîşan dan em dê kefyxweş bibin. Heke di dawiya yanî di fînala lîstikê de zarokê derdikev ser dikê ji aliyê din re pêşniyara pêşerojê bide hîskirin dê daxwaza me bê cih." Kural, da zanîn ku li hemberî kesên komkujî li dar xistin ji bo çareke din komkujî pêk neyên zarokên berxwendanên mezin li dar bixwin dê mezin bibin. Pêşandana reqasa jenosît piştî li Stenbolê promiyeriyê dê li gelek bajar û Ewropayê bê pêşandan.

(bd)


Bêjeyên Miftehî