1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Tevî kur û keça xwe beşdarî nava YPG’ê bûn
Tevî kur û keça xwe beşdarî nava YPG’ê bûn,tevî,kur,û,keça,xwe,beşdarî,nava,ypg,ê,bûn

Tevî kur û keça xwe beşdarî nava YPG’ê bûn

A+ A-

EYŞE HİSO

DIRBÊSIYÊ – Welatiyê bi navê Ferhad Silo (53) li gel kurê xwe Dilxwaz û keça xwe Hêlîn beşdarî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bûn. Hersê niha li eniyên pêşîn ên berxwedana Serêkaniyê cih digirin. Her wiha dayîk jî Endama Yekîtiya Star e û li gundê Xas yê girêdayî Dirbêsiyê xebatên xwe dimeşîne.

Malbata Welatiyê bi navê Ferhad Sehdûn Silo yek ji malbatên gundê Qînter ê başûrê Dirêsiyê ye û li herêma Dirbêsiyê bi welatparêziya xwe tên naskirin. Malbat ji bav, dayîk, 4 xort û 4 keçan pêk tê.

Malbata Silo di salên 80’yî de Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Di sala 1991’an de birayê Ferhad Silo yê bi navê Ceraf Silo beşdarî nava refên gerîlla bû û di berxwedana li dijî dagirkeran di sala 1996’an de jiyana xwe ji dest da.

Malbata Silo ji ber welatparêziya xwe gelek caran ji aliyê rêjîma Baasê ve rastî zext û astengiyan dihat. Ferhad Silo ji ber çalakiyên wî di nava xebatên Tevgerê de gelek caran ji aliyê rêjîmê ve hate girtin û di gelek lêpirsînên istixbarata Sûriyeyê re derbas bû.


Bi destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê re malbata Silo cihê xwe di nava hemû xebat û çalakiyên şoreşê de girtin. Her wiha Ferhad Silo û kurê wî Dilxwaz cihê xwe di rizgarkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê ji rêjîma Baasê de girtin û ji bo parastina bajarê xwe jî li ser bendên kontrolê yên bajarê cihê xwe girtin. Di sala 2012’an de piştî ku hêzên YPG’ê hate ragihandin, Ferhad Silo beşdarî nava refên wê bû û cihê xwe di gelek çalakiyên leşkerî yên gundên Serêkaniyê û Til Temir de girt.

Piştî ku hêzên Asayîşê li bajarê Dirbêsiyê hatin avakirin kurê Ferhad Silo yê bi navê Dilxwaz (19) beşdarî nava xebatên Asayîşê bû. Dilxwaz di gelek perwerdeyên leşkerî û fikrî re derbas bû. Her wiha di çalakiyên leşkerî yên li rex hêzên YPG’ê de li gundê Elok ê girêdayî Serêkaniyê birîndar bû.


Di sala 2013’an de Dilxwaz ji nava Asayîşê derket û cihê xwe di nava refên YPG’ê de girt. Di çalakiyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gundê El-Rawiya yê girêdayî Til Temirê di sala 2014’an de dîsa birîndar bû. Dilxwaz niha di eniyên berxwedanê yên gundê Aliya yê Serêkaniyê cihê xwe digire.

Keça malbatê ya bi navê Hêlîn jî bi bav û birayê xwe bi bandor bû û di sala 2013’an de beşdarî nava refên YPJ’ê bû. Hêlîn di destpêka beşdarbûna xwe de cihê xwe di perwerdeyên Akademiya Şehîd Şîlan a taybet bi hêzên YPJ’ê girt.

Hêlîn piştî ku perwerdeyên xwe bi dawî kirin navê xwe yê tevgerî jî kir Axîn Dilxwaz û li eniyên berxwedanê yên Serêkaniyê hate erkdarkirin. li vir li rex birayê xwe Dilxwaz di heman operasyonan de nêzî 2 mehan li ber xwe didan.


Dayîka Hêlîn û Dilxwaz, Nayle Ebdulrehman jî ji destpêka şoreşê ve cihê xwe di nava xebatên Yekîtiya Star de digire û niha jî li gundê Xalis ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê li navenda Yekîtiya Star hatiye erkdarkirin û derbar beşdarbûna hevser, kur û keça xwe ya nava refên YPG’ê û YPJ’ê de wiha got: “Parastina axa welat erka her kesî ye û divê em hemû destên xwe bidin hev û herêma xwe ji hovîtiya çeteyan biparêzin. Her wiha divê hemû beşên civakê jî xwe birêxistin bikin û cihê xwe di navend û saziyan ku bi saya xwîna şehîdan hatine avakirin de bigrin. Divê destkeftiyên ku di şoreşê de hatine bi destxistin bêne parastin û ev yek erka her kesî ye.”

Nayle di axaftina xwe de bang li hemû dayîkan kir ku ji bo zarokên wan beşdarî xebatên parastinê bibin, li pêşiya wan nebin asteng.

Derbarê mijarê de şervanê YPG’ê Ferhad Silo jî axivî û wiha destnîşan kir: “Ji bo axa me ji qirêjiya çeteyan bête parastin, çi ji me were xwestin, em amade ne. Em tu carî derfetê nadin çeteyan ku derbasî axa me bibe.”

(jh)

ANHA