1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tifaqa AKP û Hur Dava Partîsî di lîsteyan de diyar bû
Tifaqa AKP û Hur Dava Partîsî di lîsteyan de diyar bû,tifaqa,akp,û,hur,dava,partîsî,di,lîsteyan,de,diyar,bû

Tifaqa AKP û Hur Dava Partîsî di lîsteyan de diyar bû

A+ A-

ENQERE (DÎHA) - AKP ku di hilbijartina 7'ê Pûşberê de li Kurdistanê nemabû hewl dide bi hin tifaqan hebûna xwe biparêze. Tifaqa AKP'ê bi Hur Dava Partîsî re di lîsteya namzetên parlamenteran de diyar bû. Serokê Şaxa Memur-Sen a Amedê Yunus Memîş wek kontenjana Hur Dava Partîsî di lîsteya AKP'ê de cih girti.

Di hilbijartina 7'ê Pûşberê de AKP bi taybet li Kurdistanê şikestinek kûr jiyabû. AKP ku encamên vê hilbijartinê tune hesiband, bi konsepta şerê giştî amadekariya hilbijartina pêşwext a 1'ê Mijdarê dike. AKP ku li Kurdistanê heliyaye, bi lîsteya parlamenteran dixwaze car din li Kurdistanê xwe xurt bike

Bi taybet li Amedê, ku di hilbijartina 7'ê Pûşberê de AKP'ê tenê parlamenterek derxist, namzetê rêza yekem Galîp Ensarîoglu ye ku ji bo komkujiya Roboskî gotibû "Dobraskî" û rastî bertekan hatibû. Di lîsteya AKP'ê de yek ji navên balkêş jî Serokê Memur-Sen'ê Şaxa Amedê Yunus Memîş e ku çend rojên berê li Amedê bi saziyên alîgir ên AKP'ê re bi navê "ji terorê re na, ji biratiyê re erê" "Meşa ala Tirk" lidarxistibû lê ji bilî çend kesan kes tevlî nebibû.

Memîş propagandaya Hîzbullahê kiribû

Memîş di heman demê de wek endamek Hur Dava Partîsî jî tê zanîn. Ketina Memîş a lîsteya AKP'ê wekî nîşaneya tifaqa AKP û Hur Dava Partîsî tê dîtin. Memîş beriya niha derbarê Hur Dava Partîsî de tevlî gelek daxuyanî û serdanan bibû. Memîş derbarê Hîzbullahê de jî hin daxuyanî dabû û gotibû "Cemaata Hîzbullahê di manîfestoya xwe de nêrîna xwe ya li ser pirsgirêka Kurd, huner, ziman, jin û meseleyên din re bi awayek vekirî aşkere kiriye. Cemaat, bi vê manîfestoyê gelek mijaran zelal kiriye, ev jî tiştek xweş û baş e."

Bang li Kurdan kiribû ku serî li PKK'ê hildin

Memîş, derbarê Yunus Koca yê AKP'yî ku hatibû kuştin de jî hin twitt nivîsîbû û hewl dabû vê kuştinê bixe stûyê PKK'ê. Memîş, bang li Kurdan jî kiribû ku li hemberî PKK'ê serî hildin.

(sy)