1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Til Koçerê silav li Ocalan kir
Til Koçerê silav li Ocalan kir,til,koçerê,silav,li,ocalan,kir

Til Koçerê silav li Ocalan kir

A+ A-

GIRKÊ LEGÊ – Şêniyên bajaroka Til Koçer a Kantona Cizîrê bi xwepêşandanekê silav dan Ocalan û hêrsa xwe ya li hemberî tecrîda li ser wî hatiye ferzkirin, nîşan dan.

Meclîsa Gel a bajaroka Til Koçer ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh xwepêşandanek orgenîze kir. Xwepêşnadana ku bi sedan şêniyan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî wê bûn, bi durişmeya “Spas Ocalan ji bo Biratiya Gelan” birêve çû.

Karwanê xwepêşandanê ji gundê Um Îzam ê dikeve başûrê Til Koçer ve destpê kir û li Goristana Şehîdan a bajarokê sekinî. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) û pankartên “Azadiya Rêber APO azadiya her kesî ye” hilgirtibûn.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a bajaroka Til Koçer Seyf Hakim axivî. Hakim tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve pêk hatiye, bi tundî şermezar kir.

Seyf Hakim got: “Ocalan ne tenê Rêberê Kurdan e, lê belê Rêberê tevahiya pêkhateyan e. Peyama me ji cîhanê re ew e ku li hemberî kiryar û komkujiyên dewleta Tirk ên derheqê gelê sivîl ê Bakûrê Kurdistanê de bê deng nemîne.”

Seyf Hakim bang li tevahiya rêxitinên mirovahiyê kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û xebatan.

Xwepêşandan bi durişmeyên silavkirina şehîdên azadiyê û “Bijî serok APO” xelas bû.

(rr)

ANHA