1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. "Tirkan belgeyên qirkirinê tune kirine"
"Tirkan belgeyên qirkirinê tune kirine",tirkan,belgeyên,qirkirinê,tune,kirine

"Tirkan belgeyên qirkirinê tune kirine"

A+ A-

Di belgeyên veşartî yên Wezareta Derve ya Emerîkayê yên di Wikkileaksê de hatin weşandin de, dîrokzan Halîl Berktay ji rayedarên Emerîkayî re gotiye; “Cara yekemîn belgeyên qirkirinê yên di arşîvên Osmaniyan de hatine paqijkirin”. Serbalyozê malnişî Birgi jî dibêje; “We bi rastî jî Ermeniyan ser jê kirine.”

Belgeya der barê qirkirina Ermeniyan de ya Wezareta Karên Derve ya Emerîkayê ku di malpera Wikileaksê de hate weşandin. Li gor belgeya di çapemeniya Ermenan de hate weşandin de belge ji cem Serbalyozê DYE’yê yê Stebolê çûye û îmzeya Serbalyoz David Arnett li bin e, dîroka begleyê 2004 e.

Di belgeya der barê “Qirkirina Ermeniyan û arşîvên Osmaniyan” de cih didin nêrînên Endamê Hîndekariyê yê Zanîngeha Sabancı Prof. Dr. Halil Berktay. Berktay diyar dike ku piştî Îngilizan di sala 1918 de Stenbolê dagir kirin, cara yekemîn belge di dema Tûrgût Ozal de ‘hatine paqijkirin’.

Berktay diyar dike ku di dema Ozal de belge ji bo Serbalyozê malnişî Muharrem Nûrî Bîrgî û komek din a dîplomatên malnişî û generalan hatine vkirin û dibêje; “Nûrî Bîrgî li arşîvan dinêre û gelek caran li ser hev behsa Ermenan dike û dibêje “Bi rastî jî me wana ser jê kir.”

ANF NEWS AGENCY