1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye di rêza 112’an de ye!
Tirkiye di rêza 112’an de ye!,tirkiye,di,rêza,112,an,de,ye

Tirkiye di rêza 112’an de ye!

A+ A-

Rêxistina Çavdêriya Maf û Azadiyên Mirovan Freedom House (Mala Azadiyan) ku navenda wê li DYA’yê ye, rewşa azadiya çapemeniyê ya li seranserê cîhanê lêkola û bi raporekê aşkere kir. Li gor vê, Tirkiye di mijara azadiya çapemeniyê de yek ji wan welatên e ku berepaş diçe.

Rapora rêxistinê bi sernavê ”Azadiya Çapemeniyê 2011: Lêkolîna Serbixweyiya Medyaya Gogî” di Konferansa Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de li Washingtonê hat aşkerekirin. Li gor vê, 196 welat ji rewşa herî baş (0) heya rewşa herî xerab (100) bi reqeman hatine diyarkirin.

Tirkiye ji nav 196 welatan bi puana 54’ an ketiye rêza 112’ an û li gor welatên Ewropayê jî di rêza herî dawî de ye.

Di rapora Freedom House de hate aşkerekirin ku welatên mîna Tirkiye, Misir, Honduras, Macaristan, Koreya Başûr, Tayland û Ukrayna’yê, di warê azadiya çapemeniyê de pir zêde bi paşve ketine.

Di raporê de hate diyarkirin ku ji ber madeyên 301 û 216 ya TCK’yê û ji ber di bin navê gelek yasayên mîna Yasaya Têkoşîna li dijî Terorê de êrîş û tacîzên li dijî rojnamevanan zêde bûne, puanê Tirkiyeyê ji 51’î daxistine 54’an.

Hate diyarkirin ku ”Ev pêkutiya huqûqî ya li Tirkiyeyê, di navbera rojnamevan, edîtor û xwediyên medyayê de bûye sedema otosansurekê”.

Her wiha hate destnîşankirin ku li seranserê cîhanê hejmara mirovên dikarin xwe bigihêjine medyaya azad û serbixwe van 10 salên dawîn ketiye rewşa herî xerab û li gor vê jî ji her 6 kesî tenê kesek li welatek ku çapemenî lê bi temamî azad e dijî.

Ji 196 welatên ku di raporê de cî girtine 68 welat (ji %35) wek ”azad” hatine senifandin, 65 welat (ji %33) mîna ”nîv azad” û 63 welat jî (ji %32) mîna ”ne azad” hatine senifandin.

Rapor balê dikşîne ser Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê kul i van deran azadiya çapemeniyê pir zêde bi paş ketiye û Meksîka û Misir jî, daxistine kategoriya ”welatên ku çapemenî lê ne azad e”.

Di rapora Freedom House'ê de Fînlandiya, Norveç, Swêd, Belçîka, Îzlanda, Luksemburg, Andorra, Danîmarka, Swîssre û Liechtenstein di rêza herî pêş de û Koreya Bakur, Turkmenistan, Ozbekistan, Lîbya, Erître, Burma, Belarus, Kuba, Îran û Gîneya Ekvatorê jî di rêza herî dawî ya rapora li ser çapemeniya azad de cî digirin.

Amîda Kurd


Bêjeyên Miftehî