1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. ‘Tirkiye dixwaze YPGê bikşîne nava şer’
‘Tirkiye dixwaze YPGê bikşîne nava şer’,tirkiye,dixwaze,ypgê,bikşîne,nava,şer

‘Tirkiye dixwaze YPGê bikşîne nava şer’

A+ A-

HOGIR NEJAR

HESEKÊ – Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Şêrwan Cacan diyar kir bênpêkirina hêzên Tirk ji sînorê Rojava re nîşaneya têkçûna siyaseta wê ya hindirîn e.

Endamê Partiya Çep a Kurd li Sûriye Şêrwan Cacan derbarê derbasbûna hêzên Tirk li Rojava de ji ANHA’yê re axivî.

Şêrwan Cacan di destpêka axaftina xwe de derbasbûna hêzên Tirk li ser axa Rojava şermezar kir û got: “Hikûmeta Tirk bi siyaseta xwe ya dijminatiya kurdan giştî û bi taybet Rojava hewl dide şoreşa Rojava û destkeftiyên ku di dirêjahiya van 4 salan de hatine bi dest xisitn, têk bibe.Hikûmeta Tirk bi destwerdana xwe û hewldanên derbas kirina sînor li herêma Girkê Legê hewl dide tevleheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe û Rêveberiya Xweser û destkeftiyên hemû pêkhateyan pûç bike.”

Şêrwan Cacan destnîşan kir armanc ji binpê kirina hêzên Tirk sînorê Rojav hewldanên veşartina tevleheviya ku hikûmeta Tirk di hindir de ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî de ve jiyan dike, ye.

Cacan da zanîn ku hikûmeta Tirk bi van kiryaran têkiliya xwe ya bi çeteyan re nîşan dide û wiha axaftina xwe domand: “ Hikûmeta Tirk bi kiryarên xwe dixweze operesyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a rizgar kirina gundewarên başûrê Kobanê vala derxe. Hikûmeta Tirk dixwaze Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikşîne nava şerekî û wê terorîst îlan bike.Bi van kiryaran li gorî fikara wan bi idîaya ku sînorê xwe ji komên terorsît bi parêze, dixwaze derbas bûna li ser axa Rojava ji xwe re rewa bike.”

Endamê Partiya Çep a Kurdî li Sûriyeyê Şêrwan Cacan diyar kir ku rizgar kirina herêma Girê Spî ji çeteyan ji bo hikûmeta Tirk sîleyek bû û wiha pêdeçû: “Bi rizgar kirina Girê Spî re deriyê bingehîn ê di navbera çeteyan û dewleta Tirk de hat girtin û tenê ji bo piştgirtdayîna çeteyan ji wan re herêma di navbera Kantona Kobanê û Efîrnê ma.”

Şêrwan Cacan daxuya kirin ku hikûmeta Erdoxan di xewneke ku impiratoriya osmaniyan ji nûve vegerîne, dijî û ev tişt anîn ziman: “ Kiryarên ku hêzên Tirk pêk tînin, ji hişmendiya wan a ku demokratîbûna herêma Rojhilata Navîn tehemul nake, tê.Ew ji bo cardin zilma ku dewlseta Osmanî pêk anî, vegerîne, kar dike.”

Di dawiya axaftina xwe Cacan bang li hemû hêzên navnetewî kir ku sînorekî ji binpêkirinên himûmeta Tirk li dijî gelê Rojava re deyînin û bêdengiya navnetewî derbarê van kiryaran de şermezar kir.

(xê)

ANHA