1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Tirkiye hînê jî destekê dide DAIŞ'ê'
'Tirkiye hînê jî destekê dide DAIŞ'ê',tirkiye,hînê,jî,destekê,dide,daiş,ê

'Tirkiye hînê jî destekê dide DAIŞ'ê'

Yek ji pisporên Rojhilata Navîn ên Swîsreyê Maûrûs Reînkowskî diyar kir ku Tirkiye hînê destekê dide DAIŞ'ê û destnîşan kir, ku DAIŞ ji bo polîtîkaya Enqereyê ya li ser Kurdan destek bike, şerekî mezin meşandiye

A+ A-

BASEL / ANF - SERKAN DEMÎREL

Yek ji pisporên Rojhilata Navîn ên Swîsreyê Maûrûs Reînkowskî diyar kir ku Tirkiye hînê destekê dide DAIŞ'ê û destnîşan kir, ku DAIŞ ji bo polîtîkaya Enqereyê ya li ser Kurdan destek bike, şerekî mezin meşandiye.

Ji Zanîngeha Baselê ya Swîsreyê Prof. Dr. Maûrûs Reînkowskî ku bi lêkolînên xwe yên li ser Rojhilata Navîn û Derya Spî tê naskirin, ji ANF'ê re axivî.

Reînkowskî diyar kir ku serdema heyî, ji bo Îslamiyet weke amûreke siyasî bê bikaranîn zemîneke mezin pêşkêş dike û anî ziman ku ji ber vî zemînê siyasî yê li herêmê, Îslamiyet li qada polîtîk ji aliyê hin hêzan ve tê bikaranîn.

Reînkowskî ragihand, ku yek ji hêzên ji bo xwe Îslamiyetê bi kar tîne DAIŞ e û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Li gorî min, tişta ku DAIŞ dispêre Îslamiyetê û bi vî rengî tevdigere, rastiyeke Îslamiyetê nîne. Bêguman ji hin aliyan ve dikare were nîqaşkirin. Lê bi dîtina min, hebûna DAIŞ'ê û bikaranîna Îslamiyetê, ji ber sedemên polîtîk e. DAIŞ'ê ji kaosa heyî ya li herêmê sûd wergirt û bi xwespartina li vê kaosê re bû xwedî hêz. Me didît ku cîhana Îslamê her tim li hemberî polîtîkayên li herêmê tên meşandin xwedî pirsgirêk bû. Û DAIŞ'ê ev baş bi kar anî. Her wiha, ji ber ku cîhana Îslamê bi temamî DAIŞ ji nava xwe dernexist, DAIŞ'ê xwe da jiyîn.

Nuqteya herî girîng jî ew e, ku yên dibêjin 'Îslamiyet ev nîne', ji ber berjewendiyên xwe helwesteke zelal li hemberî DAIŞ'ê nîşan nedan.

Ez rast nabînim ku Îslamiyet li ser DAIŞ'ê bê pênasekirin. DAIŞ rêxistineke ku hebûna xwe dispêre şîdeta tund. Aliyên herî dijber ên Îslamiyetê ji xwe re esas digire û bi vî rengî dikeve nava tevgerê."

'ÊZIDÎ JI BO DAIŞ'Ê TÊ WATEYA GELEKÎ DIVÊ WERE TINEKIRIN'

Reînkowskî anî ziman ku DAIŞ di çarçoveyekê de nêzî gelên li herêmê dibe û diyar kir ku ji bo DAIŞ'ê Yahûdî û Xiristiyan bi qasî Êzidiyan ne xetere ye. Reînkowskî da xuyakirin, ku ji ber Yahûdî û Xiristiyan di Pirtûka Ehl-î de hene, DAIŞ'ê li hemberî van her du gelan komkujiyeke mezin nekir û got, "DAIŞ'ê di destpêkê de qebûl kir, ku ev her du gel dikarin di nava dewleteke Îslamê ya bê avakirin de bijîn. Lê belê mafê jiyanê yê van her du gelan bi koledariyê bi sînor kir.

DAIŞ'ê êrîşa herî mezin li hemberî Êzidiyan kir. Ji ber ku li gorî DAIŞ'ê Êzidîtî ji ti aliyan ve ji aliyê Îslamiyetê ve nehatiye pênasekirin û Êzidîtî di Îslamiyetê de nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê DAIŞ'ê li hemberî van mirovan komkujiyeke mezin kir.

Lê balkêş e, Êzidîtî tevî ku di nava Îslamiyetê de nayê pênasekirin jî, Êzidî ev 1500 sal in li erdnîgariya Îslamê jiyana xwe didomînin. Niha jî DAIŞ bi bikaranîna aliyên herî dijber ên Îslamiyetê re dixwaze vî gelî bi şîdetê tine bike."

'DAIŞ'Ê JI BO TÊKILIYÊN XWE YÊN BI TIRKIYEYÊ RE BIPARÊZE ÊRÎŞÎ KURDAN KIR'

Ji bo pirsa, 'DAIŞ'ê çima şerê xwe yê herî mezin ê li herêmê li dijî Kurdan meşand?' Reînkowskî ev bersiv da:

"DAIŞ'ê di destpêkê de êrîşî Iraqê kir, ku ev dewlet xwedî gelek aliyên qels e. Ji ber ku dizanîbûn Bexda baş tê parastin, êrîşî navendên zêde nayên parastin, weke Mûsilê kirin. Ji ber ku dizanîbûn ji aliyê leşkerî ve ew ê zehmetiyan bikişînin, berê xwe nedan Bexdayê.

Her wiha DAIŞ'ê dixwest li Bakurê Sûriyeyê herêmeke pêwendiya xwe bi xaka Iraqê re heye qezenc bike. DAIŞ'ê dizanîbû ku herêmên xweser ên Kurdan hem li Iraqê hem jî li Sûriyeyê, wê bibe sedem ku li naverastê bimîne. Yanî Bakur wê bibe Kurd, Başûr bibûya Iraq yanî Şîa û aliyê din jî bibûya Sûriye yanî Elewî. Ev yek li hemberî xwe weke gefeke mezin dît.

Nuqteya herî girîng a sedema êrîşa li hemberî Kurdan ew e, ku xeteke sînor a têkiliya bi Tirkiyeyê re dixwaze. Li hemberî vê daxwaza xwe jî, Kurd weke xeteriya herî mezin dît. Û li hemberî Kurdan dest bi şerekî mezin kirin. Her wiha, ji bo destekê bide polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdên li vê herêmê, li dijî Kurdan şer meşand."

Reînkowskî diyar kir ku li Qatar, Kûweyt û Erebîstana Siûdî beşeke mezin heye ku destekê didin DAIŞ'ê û got, "Lê belê bi zelalî em nizanin ku vana weke dewlet destekê didin an na. Min bi xwe nebihîst ku beşeke dewlemend a li Tirkiyeyê mîna ya li van welatan destekê dide DAIŞ'ê. Lê belê desteka Tirkiyeyê weke dewlet ji bo DAIŞ'ê hînê pirseke mezin e di hişê mirovan de heye. Ev prisgirêkeke mezin e. Dikarim bêjim ku Tirkiye destekê dide DAIŞ'ê û bi awayekî taktîkî vê zêde nîşanî derve nade. Bêguman ji ber têkiliyên berjewendiyan ên navbera welatan, zehmet e ku têkiliya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ'ê re bi zelalî bê aşkerekirin."