1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. ‘Tirkiye ji sîstema kantonan ditirse’
‘Tirkiye ji sîstema kantonan ditirse’,tirkiye,ji,sîstema,kantonan,ditirse

‘Tirkiye ji sîstema kantonan ditirse’

A+ A-

DILYAR CEZÎRÎ – MEDYA HENAN

EFRÎN – Serokê Desteya Karê Derve yê Kantona Efrînê Silêman Cafer diyar kir ku desteya wan karibû sîstema xwe bi gelek welatên derve bidin naskirin û da zanîn ku di projeya wan a sala 2’emîn de danasîna sîtema xweseriyê bi hemû cîhana ereban û Rojhilata Navîn û cîhanê ye.

Serokê Desteya Karê Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cafer derbarê xebatên salekê yên desteyê û projeyên wan ên sala 2’emîn de bersiva pirsên ANHA’yê dan.

*Hûn xebatên salekê yên desteya Karê Derve çawa dinerxînin?

Rêveberiya me di 29’ê çileya 2014’an hate damezirandin. Me wekî deste ji wê demê ve dest bi karê xwe kir. 8 mehên destpêkê ji ber girtina sînor û embargoya li ser kantonê gavên me sînordar bûn. Têkiliya me bi hêzên opozisyona Sûriyê re her tim çêdibûn. Me gavên xwe pir bi hesab davêtin, opozisyona Sûriyê jî her tim dixwestin me bixin bin bane xwe, me ne pejirand û me ji wan re digot em xeta sêyemîn in. Di wê demê de me di riya BDP’ê re name ji hikûmeta Tirkiyê re şandin û me ji wan xwest ku sînroê di navbera Bakur û Efrînê de fermî vebikin, lê mixabin wan tu bersiv ne dan, di wê demê de me gelek nama şandin. Piştî 8 mehan Ezaz ji destê DAIŞ’ê hate derxistin, derfetê me yê derketinê çêbû, em derketin Bakur û li ser vexwendina Hikûmeta Filanda em çûn serdana wî welatî. Bi rastî hevdîtinên me pir erênî derbas bûn. Li seranserî welatên Ewropa yên em lê geriyan, me sîstema xwe da naskirin. Wekî gava yekem ji mere baş bû.

*We got me di sala derbasbûyî de sîstema xweseriyê da naskirin. Gelo we heta çi radeyê sîstem bi raya gitşî ya derve re da nasîn?

Li Fîlenda, Strasborg, Belcîka û Elmanya jî, em bi nûnerên gelek paratî û rêxistinên siyasî û civakî re hatin cem hev. Di wî warî de me ji alîkariyê zêdetir sîstem ji wan re şîrove kir. Wan xweserî baş nas ne dikirin, me şîrove kir. Pir bi baldarî em guhdar kirin. Xweserî ecebandin û têkîliyeke mezin nîşan dan. Me li van welatan gelek semîner lidarxistin. Ji bilî kurdên wan welatan gelek biyanî jî amade bûn. Biyaniyan pir pirs li ser sîtemê dikirin. Me ji wan re got di xweseriyê de mafê hemû netew û mezheban wekî heve. Kurdên êzdî, xiristyan, ereb, çeçen û her wekî din wekî mînak me nîşanî wan da. Yanî ez dikarim bibêjim wekî gavên destpêkê erênî û baş derbasbûn.

*Heta niha di warê fermî de vexwendin ji hikûmet yan rêxistinên navnetewî ji were hatine yan na?

Erê hikûmeta Filenda fermî em vexwendin. Lê li Bakurê Kurdistanê û deverên din ên Ewropa herî zêde saziyên sivîl û rêxistinên mirovî em pêşwazî kirin. Me berê jî gotibû nameya me di riya BDP’ê re ji hikûmeta Tirkiyê re çûbû, bersiva name ne dan. Tirkiyê ji sîstema kantona ditirse ji ber wê fermî em venexwendine. Dema fermî me vexwînin tê wateya ku hebûna me qebûl dikin. ew jî wê naxwaze. Têkiliya me bi weliyê Entabê re çêbû, me jê xwest ku deriyê bi Efrînê re vekin, got ev ne di destê min de ye, biryar a hikûmetê ye. Tirkiyê difikre me fermî qebûl bikin, lê bi tirs nêzî vê mijarê dibe. Lê ji bo me hemû sazî û dezgehên civakî û welatiyên me naskirin kirin û me bi wan re hevdîtin kir, fermî ne. Em fermiyeta dewletan têne naxwazin di nerîna me de fermîbûn a civakê ye.SLEMAN-GAFER-2

*Di warê têkiliyên bi welatên ereb û Rojhilata Navîn de we gav avêtine yan na?

Me hewl da em xwe bighînin welatên ereban. Me carekê ji Misrê re name şand, wan bersiva me ne da, mejî ji ber rewşa heyî zêde ne da dû. Lê di 2’emîn salvegera damezirandina kantona xwe de me plan kiriye em xwe bighînin hemû welatên ereban û di serî de Misr. Em ê sala duyemîn a rêveberiyê bikin saleke vebûna li ser hemû welatên ereban û Rojhilata Navîn. Ne tenê di wê astê de em ê hewl bidin xwe bighînin hemû welat, saziyên sivîl û gelê herêmê. Em ê xwe bi hemû civakan bidin naskirin û têkiliyan dînin. Berxwedana YPG/YPJ’ê ya Kobanê û Şengalê gavên me pir hêsan kirine.

*Ji bilî vebûna we li ser cîhana ereb çi projeyên we ya din di sala pêş de hene?

Me ji bê derfetî dest bi karê xwe kir, gavên girîng hatin avêtin di sala pêşiya me de me plan kiriye ku em xwe bi hemû gelên Sûriyê, cîhana ereb, Rojhilata Navîn û cîhanê bidin nasîn. Bi berxwedana Kobanê û Şengalê em di cîhanê de hatin naskirin, niha ji me tê xwstin em daha zêdetir xwe bidin nasîn. Bi vê yekê jî em ê xwe di asta fermî de bidin qebûlkirin. Sala pêşiya me wê sala fermîbûna xweseriyê be.

*Derveyî mijara me ye lê ji ber ku tu kurdekî Êzidî ye û yek ji rayedarên kantona Efrînê ye, Di vê demê de banga te ji êzidiyên Şengalê re çi ye?

Bi rastî di sîstema xweseriyê de êzidiyên Efrînê mafên xwe ku bi salan winda kiribûn bi dest xistin. Tişta ez ji gelê me yê Şengalê re dibêjim bela gavên xwe yên xweseriyê bidomînin û vê fersendê ji destê xwe bernedin. Ez careke din di riya ajansa we re meclîsa Şengalê silav dikim û ji wan re dibêjim bela ji tecrubeyên Rojava sûd werbigrin.

(jh)