1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye welatê dawîn e!
Tirkiye welatê dawîn e!,tirkiye,welatê,dawîn,e

Tirkiye welatê dawîn e!

A+ A-

Plan û projeya perwerdeyê ya Yekitiya Ewropa ya heta sala 2020, hat weşandin. Di rapora 174 rûpel a perwerdeyê de Tirkiye di rêza dawî de cihê xwe girt.

Di rapora hat weşandin de, di terikandina perwerdeyê de, jimara kêm a mamostayan, ferqa jin û zilam ya di perwerdeyê de, di nava welatên Ewrûpayê de welatê dawîn e.

Li gor daneyên sala 2009, Tirkiye piştî Polonya, Îtalya, Elmanya, Înglîstan, Spanye û Franseyê, bi 6920 xwendekaran, bi guhertina Erasmusê re bû welatê herî zêde xwedekaran dişîne dibistanê. Li gor daneyên di destê komîsyonê de Tirkiye tenê 2.86 butçeya ji derve tê ji bo perwerdeyê vediqetîne, Belçîka ji sedî 6.02 û Îzlanda jî ji sedî 7.

Li gor vê raporê ji sedî 44.3 kesên ku temenê wan di navbera 18-24 de dest ji dibistanê berdidin. Ev navînga vê rêjeyê li geleperiya Ewropayê jî ji sedî 14.4 e. YE dixwaze vê rêjeyê heta sala 2020 daxe ji sedî 10’ê.

Li Tirkiyeyê rêjeya nifşa xwedî perwerdeya bilind ji sedî 14.7, ya YE’yê jî ji sedî 40.

Li Tirkiyeyê, ji sedî 37’ê zilaman perwerdeyê di nîvî de dihêlin, ev rêjeya jinan jî ji sedî 50.2 e.

Di dibistanên seretayî û navîn de, ji sedî 60 xwendekaran ji ber kêmasiyên mamostayan, di warê pîşe de kêm dimînin. Her wiha Tirkiye di warê “Xwe pêşxistina mamostayan” de jî welatê dawîn e.

ANF NEWS AGENCY


Bêjeyên Miftehî