1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tirkiye û Barzanî ji ber alîkariya bi YBŞ’ê re xemgîn in
Tirkiye û Barzanî ji ber alîkariya bi YBŞ’ê re xemgîn in,tirkiye,û,barzanî,ji,ber,alîkariya,bi,ybş,ê,re,xemgîn,in

Tirkiye û Barzanî ji ber alîkariya bi YBŞ’ê re xemgîn in

Parlemanterê PDK’ê Macid Şengalî derbarê alîkariya hikûmeta Îraqê bi şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) re bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe anî ziman

A+ A-

08.01.2016 14:21 2.Sernûçe, Nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN – Parlemanterekî ji lîsteya Koalîsyona Kurdistanê diyar kir ku alîkarîdayîna Yekîneyên Berxwedana Şengalê gefxwarineke li hemberî PDK’ê û dewleta Tirk e. Ev yek jî dide diyarkirin ku PDK’ê û Dewleta Tirk li dijî berjewendiyên gelê Kurd tevdigerin.

Parlemanterê PDK’ê yê ji ber lîsteya Koalîsyona Kurdistanê ve Macid Şengalî derbarê alîkariya hikûmeta Îraqê bi şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) re bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ew li bendê bûn ku hikûmeta Îraqê ji şervanên YBŞ’ê bixwaze ku ji herêmê vebikişin, bûn. Lê berûvajî wê hikûmeta Îraqê alîkariya madî û lojîstîk ji wan re dişîne.

Macid Şengalî yê PDK’yî di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Em li hemberî daxuyaniyên fermandarekî YBŞ’ê yê bi navê Hesen Seîd ku têde dibêje ku hikûmeta Îraqê soza alîkariya tank û topan daye, matmayî mane û em xemgîn kirine.”

Macid Şengalî destnîşan dike ku alîkariya bi şervanên YBŞ’ê re tirsekê li ba herdu aliyên PDK’ê û Tirkiyeyê çê dike û ew herdu alî ji vê alîkariya bi şervanên YBŞ’ê re nerazî ne.

Di vê dema ku alîkarî ji şervanên YBŞ’ê re tên şandin ji ber ku ew hêza serek bû ku piştî pêşmergeyên PDK’ê ji erka xwe ya parastina Şengalê reviyan li hemberî çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe daye, ev daxuyaniyên Macid Şengalî derdikevin.

Li gorî daxuyaniya Macid Şengalî xemgîniya aliyê “Kurd û Tirk” jî hevkariya PDK’ê û hikûmeta Tirk li dijî berjewendiyên gelê Kurd nîşan dide.

Li aliyekî din bêdengiya PDK’ê li hemberî hovîtiya dewleta Tirk li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û komkujiyên li dijî gelê Kurd pêk tên de nîşaneke din a serîdaxistina PDK’ê ji deweleta Tirk re ye.

(jh)

ANHA