1. Hemû Nûçe

  2. Çapamenî

  3. `Tirkiyê bûye leşkergeha girtina kurdan`
`Tirkiyê bûye leşkergeha girtina kurdan`,tirkiyê,bûye,leşkergeha,girtina,kurdan

`Tirkiyê bûye leşkergeha girtina kurdan`

A+ A-

Rojnameya Mediapart a fransî ragihand ku Tirkiyê bûye leşkergeha girtina berfereh ji bo kurdên wî welatî.

Rojnameyê di vê derbarê de belav kiriye ku her roj bi dehan berhelistên kurd ji hêla polîs ve tên girtin, bi awayekî tenê di 3 rojan de 92 kes hatine girtin ku di nav de xwendekar, berpirsên hilbijartî, rewşnebîr û rojnamevan hene.

Lo gorî rojnameyê, operasiyonên girtinê ku navbera 10 heta 12ê vê mehê li 10 bajaran pêk hatine, bi fermana hikûmetê bû bê ku ti belge li ser tawanbriya wan hebe.

Her wiha amaje kir ku li gorî raporta rêxistineke mafê mirovan, di encama nerazîbûnên sala borî de nêzîkî 6800 kes hatine girtin û 3800 kes ji wan hîn di zindanê de ne.

Rojanmeyê got jî, “Yek ji wan kesatiyên siyasî ku vê dawiyê hêzên ewlekariyê avêtin ser ofîsa wê, çalakvan û parlamentera navdar Leyla Zana bû, ew jî piştî ku di hevpeyvîneke televizyonê de gotibê çek ji bo kurdan gerentî ye.”

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi tundî rexne ji Zana girt li ser wê axafitnê û got, “Eger bi baweriya te çek gerentî ye, ti çi dike li parlamento, çima ti naçe çiya”.

hm (AKnews)