Tiştên min dîtî li dijî mirovahiyê ne
O.Ç. pêkanînên li Pozantiyê vegot: Tiştê min dît li dijî mirovahiyê ne
Girtiyê bi navê O.Ç. ku 2 salin li Girtîgeha Tîpa E ya Kurkçulerê dimîne işkenceya li Girtîgeha Tîpa M a Pozantiyê anî ziman. O.Ç., anî ziman ku dema ew li pozantiyê ma, gelek caran rastî îşkenceya giran hat. O.Ç, da zanîn ku 2 salan li girtîgeha Pozantiyê ma û tiştê ku wî dît li dijî mirovahiyê bû. O.Ç. da zanîn ku ew amade ye ku ji bo her tiştê dîtiye bibe şahid û wiha got: "Ez kabûsa dibînim. Hêj dest û piyê min diricife."
Şahid û mexdûrên Girtîgeha Pozantiyê ya Edeneyê yek bi yek derdikevin holê û çavdêrî û serpêhatiyên xwe tînin ziman. Li gel ku zarok serpêhatiyên xwe tînin ziman û serî li rayedarên dewletê didin jî heta niha der barê berpirsiyaran te tu gav nehatiye avêtin. Zarokê 16 salî O.Ç., li gel van pêkanînan hêj serbest nehatiye berdan û hêj li girtîgehê ye. Zarokê bi navê O.Ç. ku hate girtin, di serî de şandin Girtîgeha Tîpa M a Îskenderûnê û pişt re şandin Pozantiyê. O.Ç. herî dawî şandin Girtîgeha Tîpa E a Kurkçulerê û serpêhatiyên xwe ji Rojnameger Seyithan Akyuz re ve got.
'Em 2 terorîstan tînin merasimê amade bikin'
O.Ç. diyar kir ku di kanûna 2007'an de li gel V.Ç. bi îdîaya "maşîne şewitanidne" hate binçavkirin û girtin wiha got: "Hêj em li edliyê bûn, polîsek li Fermandarê Girtîgeha Tîpa E a Kurkçulerê geriya û got "Fermandarê min me 2 tedorîst ji we re şandin merasimê amade bikin. Min di serî de tu wate neda mijarê. Dema got merasim min got belkî tiştekî wekî cejna 23'ê Nîsanê Cejna Zarokan difikirin. Qet îşkence û destdirêjî nedihat hiş û aqilê min. Piştî em çûn girtîgehê leşkerên ku em ji destê polîsan girtin polîsan ez nîşanî leşkeran dam û got "Binere ev milê Apo yê rastê ye. Her tiştê Apo dizane. Piştî em teslîmî leşkera kirin, leşkeran em li derve rawestandin û li ber sermayê em hiştin. Hemû leşkerên di ber me de derbas bûn çêr li me kirin û neheqî li me krin. Hemûyan bi çavê terorîstan li me nerî. Em hemû şût û tazî kirin. Piştî leşkeran em tazî kirin em her ylek 30 caran dan rûniştandin û rakirin. Ji mere gotin lebatên xwe yên zayendî tev li hev bidin. Piştî vê pêkanînê ferman got 'Ev milê Apo yê rastê ye û dîsa xwest ez 30 caran rabim û rûnêm. Pişt re em birin ber deriyê girtîgehê. Dema em birin bi sîleyan li me didan. Dema em teslîmî gardiyanan kirin gotin 'Ev terorîst in' Gartiyanan jî bi pêhnan li me dan."
'Bi koman li me didan'
O.Ç., destnişan kir ku piştî hatin girtin gardiyanan bi koman li wan dida û wiha berdewam kir: "Piştî em birin girtîgehê gardiyanan em birin odeyên hevdîtinê. Nêzî 20 girtiyên ku temenê wan mezin li wir bûn. Wê demê 4-5 gardiyan ketin hundir û ji mere gotin terorîst û li me dan. Kom bi kom êrîşî me kirin û li me dan.
'Vir Komara Kurkçulerê ye Xwedayê vir em in'
O.Ç., destnîşan kir ku gardiyanan berê wan da dîwar û her ku li pixt xwe dizîvirîn bi pênan li wan didan. Her ku li me didan wekî ku pişta me bişkîne li me didan. Ji mere gotin "Xwedayê vir em in. Vir Komara Kurkçulerê ye, xwedayê vir jî em in' û li me didan."
'Ez li întîharê jî fikirîm'
O.Ç, destnîşan kir ku tiştê bi serê wî de hat gelek zêde û giran in û her rojê 5 caran rastî lêdanê dihatin. O.Ç. bilêv kir ku ji ber pêkanîn û serpêhatiyên li dijî wan ket nava hewldana întîharê û û wiha got: "Ez hindik mabûm dîn bûbama. Carekê ez ketim nava hewldana întîharê, lê hevalê min bûn asteng. Hem li me didan û hem jî e didan xebitandin. Roja din em şandin Girtîgeha Pozantiyê.
'Min 2 caran xwe jêkir'
O.Ç., bilev kir ku piştî girtîgeha Kurkçulerê ew birin Girtîgeha Poszantiyê û şandin nava girtiyên edlî. O.Ç. da zanîn ku li wê derê axayê koguşê hatin. O.Ç, bilêv kir ku di serî de rastî pêkanînên cuda nehatin û pişt re ratî pêkanînên cuda hatin û wiha got: "Doktor qet bi me eleqeder nedibûn. Piştî bihîstin ku em ji doza PKK'ê girtî ne wekî terorîstan nêzî me dibûn. O.Ç., destnişan kir ku ji ber pêkanînên Kurkçulerê Pozantiyê êdî ji jiyanê sar bû û ji ber derûniya wî xera bû şûşe şikand û her dera xwe jê kir. Hindik mabû min bi camê qirika xwe jêkirina es asteng kirim û destûr nedan ku ez xwe bikujim. Pişt re sergardiyan hat û got 'Viya bikjin' pişt re gardiyanan hatin li min dan. Ez di nava xwînê de mabûm.
'Zarokek bi lêdanê hate kuştin
O.Ç. da zanîn ku her roj li girtîgehê bûyerên tacîz û tecawizê pêk dihat û zarokek bi lêdanê hate kuştin. O.Ç., destnîşan kir ku hemû pêkanîn bi agahiya rayedarên girtîgehê pêk dihat û wiha got: "Rojekê li koxuya girtiyên edlî axayê koxuyê tecawizî zarokekî kir. Pişt re ew şandin girtîgehek din. Zarokê rastî tecawizê hat jî bi gefan e bêdeng kirin. Rojek din li koxuşa B/10 bi lêdanê zarokek kuştin. Bi şevê dengê qerîna wî dihat me.
O.Ç, da zanîn ku ew amade ye ku serpêhatiyên xwe parve bike û bibe şahidê bûyerê.
(mae)
