1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. TJK-E: Em vîna xwe di sindoqan de jî nîşan bidin
TJK-E: Em vîna xwe di sindoqan de jî nîşan bidin,tjk,e,em,vîna,xwe,di,sindoqan,de,jî,nîşan,bidin

TJK-E: Em vîna xwe di sindoqan de jî nîşan bidin

TJK-E, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê banga "em vîna xwe di sindoqan de jî nîşan bidin" li jin û ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn kir

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF TJK-E, ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê banga "em vîna xwe di sindoqan de jî nîşan bidin" li jin û ciwanên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê dijîn kir.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li çar aliyên Ewropayê ev du meh in, hemû hêzên di eniya aştî, azadî û demokrasiyê de cih digirin, ji bo xwedîdeketina li projeya HDP'ê ku navê avakirina jiyana azad û nû ye, bi şev û roj xebitîn. Di vê çarçoveyê de bi ziyaretên li malan, mîtîng, şev, panel, semîner û civînên gel re qeyda hilbijêran hat kirin û ji bo tevlîbûna li dengdayînê hestyariyeke mezin hatiye afirandin."

TJK-E da zanîn ku rewşa heyî de, ji bo diyarkirina pêşeroja her takekes, kom û civatê, bikaranîna dengan êdî wezîfeyeke nayê taloqkirin e û got, "Her maleke li bajar, tax û semtên Ewropayê girîng e weke buroyeke hilbijartinê bixebite. Hejmara dengên me heta 8'ê Gulanê li Ewropayê bikar anîne, tevî ku girîng û giranbuhaye jî, di asta heyî de kêm dimîne.

Jin eynika civakê ye. Bê guman a ku encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê diyar bike, dengên jinan e. Li maleke ku jin diçe ser sindoqê, bi teqezî keç û xortên wê malê jî wê biçin ser sindoqê. Ji ber vê yekê divê jin bêjin 'Dengê ez bidim HDP'ê wê bibe reng û dewlemendiya jinê ya di siyasetê de'. Her dengê jin bide HDP'ê tê wateya kirdeya siyasetê."

TJK-E ji ber vê yekê bang li jinên Kurd û hemû jinên Tirkiyeyî kir ku di nava 14 rojên pêş de biçin ser sindoqan û ev yek destnîşan kir: "Hemû meclîs, komun û komîsyonên me yên jinan, pêwîste bi ruhê seferberiyê re li her bajar, tax û semtên Ewropayê, heta 31'ê Gulanê bi seferberiya xebatê û şiyara 'her mal dengeke' ji bo jinên dengê xwe bikar neanîne bibin ser sindoqan, plansaziyekê derxînin û giraniyê bidin vê xebatê.

Jinên ku nîvê civakê ne, pêwîste ji bo partiya jinê HDP'ê yanî ji bo xwe biçin ser sindoqan. Girîng e dengê xwe taloq nekin û bikar bînin. Li nava malekê bikaranîna dengê mêr bi tenê nayê wê wateyê ku her kesên li malê dengê xwe bikar anîne. Wê ev yek were wateya desteserkirina vîna jin û ciwanan."

TJK-E, ji bo vîna jin û ciwanan bandorê li sindoqê bike bang kir ku heta 31'ê Gulanê ev berpirsyariya dîrokî îro bicih were anîn û got, "Weke jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê, em 14 rojan baş bikar bînin.

Em biçin ser sindoqan.

Ji bo serketina azadî, demokrasî û wekheviyê em bikevin nava tevgerê."