1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Torbeyên naylon germahiya kurevî zêde dike'
'Torbeyên naylon germahiya kurevî zêde dike',torbeyên,naylon,germahiya,kurevî,zêde,dike

'Torbeyên naylon germahiya kurevî zêde dike'

A+ A-

Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê û Estîtûya Zanistiyên Fenê ya Zanîngehê hevpeş kampanya "Ji Torbeyên Naylon re Na" dan destpêkirin. Kampanya rastî eleqeyek mezin tê. Midûrê Estîtûya Zanistiyên Fenê ya Zanîngehê Hamdî Temel, diyar kir ku torbeyên naylon bi gelek aliyan zerarê dide derdorê.

Torbeyên naylon ku heta 40 sal emrê wan di nava axê de heye zerarek mezin didin xweza û hewayê. Li gel ku zerara wan a ax û hewayê gelek zêde ye jî dîsa di gelek qadên jiyanê tê bikar anîn. Torbeyên naylon ji ber maddeyên kîmyevî yên civa, gule û carbonê rê li pêşiya nexweşiyên pençeşêrê vedike. Ji ber zerara Torbeyên Naylon Xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê û Estîtûya Zanistiyên Fenê ya Zanîngehê hevpeş di bin navê "Ji Torbeyên Naylon re Na" de kampanya "Nanê bi esqiyê de" dan destpêkirin. Kampanya ku xwendekaran û enstîtuyê li Amedê dest pê kirin rastî eleqeyek gelek mezin tê. Midûrê Estîtûya Zanistiyên Fenê ya Zanîngehê Hamdî Temel, diyar kir ku torbeyên naylon zerarek gelek mezin didin xwezayê. Temel, da zanîn ku torbeyên naylon ji ber hilberina Petrolê di nava ax û xwezayê de pir dereng dirize û zerakek gelek mezin dide xwezayê.

Temel, da zanîn ku kampanya di 9'ê hezîranê de dest pê kirin û dixwazin bi vê kampanyê zerara naylonan bi welatiyan bidin famkirin.

Nanpêjê Firinê Nizamettin Yilmaz jî anî ziman ku kampanya rastî eleqeyek mezin tê û wiha got: "Me bi navê "Nanê bi esqiyê de" ji bo her nanekî torbeyek da. 200 torbeyên nan di nava saetekê de xelas bûn.

(mae)