1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Tsîpras di dema civîna bilind a Brukselê de berê xwe dide Moskowê
Tsîpras di dema civîna bilind a Brukselê de berê xwe dide Moskowê,tsîpras,di,dema,civîna,bilind,a,brukselê,de,berê,xwe,dide,moskowê

Tsîpras di dema civîna bilind a Brukselê de berê xwe dide Moskowê

Wezîrên Maliyeyê yên YE xwe amade dikin îro li Brukselê, der barê dayîna deynên Yewnanîstanê de gotina dawî bêjin. Di heman demê de Syrîza berê xwe da Rûsyayê

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Wezîrên Maliyeyê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe amade dikin îro li Brukselê, der barê dayîna deynên Yewnanîstanê de gotina dawî bêjin. Di heman demê de Syrîza berê xwe da Rûsyayê. Serokwezîr Aleksîs Tsîpras, ji bo şîrketên Yewnan tevlî îhaleyên girîng ên li Rûsyayê bibin, wê dîplomasiyê bimeşîne.

Dema dayîna deynên ÎMF û Banka Navendî ya Ewropayê ya li Yewnanîstanê kêm maye bi dawî bibe. Wezîrên Maliyeyê yên Yekîtiya Ewropayê jî îro li Brukselê dicivin. Yewnanîstan a li hemberî dayîna tehdeya aborî ya li gel li ber xwe dide, derxistina ji Herêma Euro û ji nava YE jî di rojevê de ye.

Hikûmet Syrîza ya li hemberî zextên YE û IMF li ber xwe dide, di heman roja civîna bilind a YE de, li Rûsyayê dest bi danûstandinan dike. Serokwezîr Aleksîs Tsîpras û gelek wezîr wê îro li Moskowê bin û bi Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn re hevdîtinê bikin.

Heyeta Yewnanîstanê ku di nava du mehan de ev cara duyemîn e serdana Rûsyayê dike, dixwaze tevî îhaleyên mezin ên cemaweriyê bibe. Tsîpras û wezîrên pê re dixwazin di çêkirina xeteke mezin a gazê ya Rûsyayê de cih bigirin.

Hat ragihandin ku serdana Serokwezîr û wezîrên Yewnanîstanê wê du rojan dewam bike.