1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. TT: Tenê riya çiyê li ber min hiştin
TT: Tenê riya çiyê li ber min hiştin,tt,tenê,riya,çiyê,li,ber,min,hiştin

TT: Tenê riya çiyê li ber min hiştin

T.T: Ji xeynî rêya çiyê tu rêyên din ji min re nehiştin

A+ A-

Endamên Komîsyona Girtîgehê û Lijneya Rêveberiya Navendî yên ÎHD'ê Osman Kara û Prz. Tugay Bek, diyar kirin ku T.T. ku gelek caran hate binçavkirin û hate girtin û herî dawî rastî 7 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat, tu rê li pêşiya wî nehat hiştin û tenê rêya çiyê li pêş wî hate hiştin.

T.T. ê ku di Girtîgeha Pozantiyê de rastî îstîsmara zayendî û şîdeta fîzîkî hat û pêkutiyên bi serê wî hatî ji DÎHA'yê re vegot hate binçavkirin û hate girtin li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê rastî 7 sal û 4 meh ceza hat. T.T. ê hêj 16 salî bû hate girtin û 2 caran li Girtîgeha Pozantiyê ma. Di navbera salên 2008-09'an li Pozantiyê hate girtin û rastî îşkenceya giran û tecawizê hat. T.T. herî dawî got ez diçim çiyayê azad û helwesta xweya li hemberî pergalê anî ziman. Der bare rewşa T.T. de Endamên Komîsyona Girtîgehê û Lijneya Rêveberiya Navendî yên ÎHD'ê Osman Kara û Prz. Tugay Bek, diyar kirin ku T.T. ku gelek caran hate binçavkirin û hate girtin û herî dawî rastî 7 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hat. Osman Kara, da zanîn ku T. T. ewil di sala 2008'an de serî li ÎHD'ê da û wiha got: "Dîsa di 2009'an de hate binçavkirin û rastî îşkenceya bi kontrol hat. Dema birin Girtîgeha Tîpa E a Kurkçulerê hate tazîkirin. Pişt re bi xortûmê ava cemidî lê kirin û lêdan. 2 caran birin girtîgeha Zarokan a Pozantiyê. Li girtîgeha Zarokan a Pozantiyê rastî tacîz û tecawizê hat. Ji ber serpêhatiyên xwe travmayên derûnî dijî. Bi şevê nikare razê û her tim di nava tirsê de dijî. Dîsa şevekê hişyar dibe û hemû dermanan bi xwe re dibe ser gora dayika xwe û dixwaze bi dermanan întîhar bike. di nava 3 - 4 mehan de 2 caran hewl da întihar bike. Ew rakirin Nexweşxaneya Ruh û sînîr. Lê li wir jî rastî lêdana leşkeran hat. Heşkeran ji welatiyên nexweşxaneyê re gotin 'Wî bikujin xaniyê welat e'. Wî jî li hemberî van serpêhatiyên xwe her tim digot 'Dê halê min çawa be' Her tim di bin zextan de dijî."

'Dewlet rêya çiyê dide pêş wî'

Kara, dazanîn ku T.T., diyar kiriyek û rastî 7 sal cezyaê girtîgehêhat û bi tevahî 20 sal ceza jê tê xwestin. Kara, bilêv kir ku T.T. destnîşan kike ku hêj 20 salî ye û ger ku bê girtin dê 40 salî ji girtîgehê derkeve û dipirse ku dê heta wê demê bijî ya na? Her tim bi tirs dijî. Ditirseku dîsa ev tişt bi serê wî de bên ya na. Kara, da zanin ku T.T. got "hikûmet û dewet rêya çiyê dide ber wan û wekî din tu rêyên din ji wan re nahêle. Diyar dike ku li şûna 20 salan li girtîgehê bimîne dê biçe çiyê."

'T.T. ne bi tenê ye'

Parêzerê T.T. Tugay Bek jî anî zian ku T.T. mexdûrê TMK'ê ye û niha rastî 7 sal û 4 meh cezayê girtîgehê hatiye. Bek, da zanîn ku hêj dozên wî yên li dadgehên zarokan berdewam dikin hene û wiha got: "Piştî ku serbest hate berdağn jî dîsa li derve jî hertim rastî îşkence û tundiya polîsan hat. Dozên wî hêj didomin. Rîska ku ceza bigire heye. Her tim di nava fikaran de dijî. Lê bi sedan zarok wekî T.T. dijîn. Bila T.T. zanibe ku ew ne tenê ye. Ji ber van zextan êdî derûnî û xewa wî xera bûye."

(mae)