1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Tu li ku yî ey mirovahî! Tu li ku yî ey edelet!'
'Tu li ku yî ey mirovahî! Tu li ku yî ey edelet!',tu,li,ku,yî,ey,mirovahî,tu,li,ku,yî,ey,edelet

'Tu li ku yî ey mirovahî! Tu li ku yî ey edelet!'

A+ A-

Malbatên ku zarokên wan di xwepêşandanan de hatine kuştin, gotina Serokwezîr a di hevdîtina Dayîkên Şemiyê de got, "Di dema hikûmeta me de tu kuştinên kiryar ne diyar, nehatine jiyîn." bi gotina "Tu li ku yî ey mirovahî! Tu li kuyî ey edelet!" şermezar kirin.

Malbatên ku êşên wan nayê dîtin û tiştek ji bo wan nayê kirin, li hemberî gotinên Serokwezîr ya di dema hevdîtina Dayîkên Şemiyê de ya wekî "Di dema hikûmeta me de tu kuştinên kiryar ne diyar, nehatine jiyîn." bi gotina "Tu li ku yî ey mirovahî! tu li ku yî ey edelet." bertek nîşan dan. Dayîka Yahya Menekşeyê li Cizirê di 15 sibata 2008'an de di dema çalakiya şermezarkirina radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da dibin panzerê de û jiyana xwe ji dest dabû, Raziye Menekşe, diyar kir ku sedema kuştina kurê wê di raporan de hatiye diyarkirin û wiha pêde çû: "Eger di dema serokwezîr de kuştinên kiryar ne diyar tunene wê demê kê Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol, Yahya Menekşe ve Hirant Dînk kuşt? Em baş dizanin ku fermana van kuştinan ji aliyê serokwezîr ve hatiye dayîn. Em difikirin ku kujerên zarokên me hikûmet û serokwezîr e. Heta ku ev bûyer neyên zelalkirin serokwezîr şirîkê wan kujeran e. Ev bila wisa bê zanîn.

'Serokwezîr zarokan dide kuştin'

Dayîka xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsum Karaoglan yê di Meşa Amarayê ya ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 2009'an de hatibû lidarxistin de ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin, Sultan Karaoglan, diyar kir ku serokwezîr van kuştinan vedişêre û derewan dike. Karaoglan, destnîşan kir ku serokwezîr bê navber zarokan dikuje û wiha got: "Kurê min bê sûc kuştin. AKP behsa misilmaniyê dike, lê xuya ye ew ne samîmî ne. Serokwezîr dibêje ku di dema wan te tu kes nehatiye kuştin. Em jî dibêjin 'Tu li ku yî ey mirovahî! tu li ku yî ey edelet!'

'Hemû aliyên welat vegerandine goristanê'

Nûnerê MEYADER'ê yê Rihayê Şukru Bînîcî, got ku eger kesek hatibe kuştin û kiryarê kuştinê nehatibîn darizandin, ev kuştin dibe kuştina kiryar nediyar. Bînîcî, destnîşan kir ku hemû aliyê welat vegerandine goristanan û berpisyarên van kuştinan jî dernaxin holê. Bînîcî, diyar kir ku gorên tomerî jî vê rastiyê piştrast dikin.

'Kurê min ji aliyê polîsan ve hate kuşitin'

Bavê xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdemê di 6'ê kanûna 2009'an de li Amedê di dema çalakiya ji bo başkirina mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin, Mehmet Erdem jî diyar kir ku hêj berpisyarên kuştina kurê wî nehatine dîtin. Erdem, bilêv kir ku ji ber vê yekê jî kuşina kurê wî kuştinekî kiryar nediyar e û bertek nîşanî serokwezîr da. Erdem, wiha axivî: "Di raporan de diyar e ku kurê min bi guleyên polîsan hatiye kuştin. Çima ew nayên darizandin. Heke kurê Erdogan bûna niha ev polîs hatibûn darizandin."

DÎHA (lg/sa/mae)