1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. 'Tu tişt weke axa mirov nîn e'
'Tu tişt weke axa mirov nîn e',tu,tişt,weke,axa,mirov,nîn,e

'Tu tişt weke axa mirov nîn e'

A+ A-

ÇAGDAŞ KAPLAN/MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK

KOBANÊ (DÎHA) - Necmê Îbrahîm û malbata xwe ji ber êrîşên çteyên DAIŞ'ê 3 mehan li xeta sînor a bi mayîn man û piştî çeteyan êrîş li herêma sînor a navberê kirin û wesayîtên wan şewitandin neçar man derbasî Tirkiyeyê bûn. Mablat incax 20 roja xwe girt û di destpêka hefteyê de careke din vegeriyan Kobanê. Necme Îbrahîm keyfxweşya xwe ya li ser axa xwe wiha anî ziman: "Tu tişt weke axa mirov nîn e."

Bi hezaran welatiyên Kobanê ligel êrîşên çeteyên DAIŞ'ê Kobanê terk nekirin û li bajar têkoşîna jiyanê didin. Welatiyên Kobanê yên neçarmayîn koçberî Pirsûsê jî bûn piştî operasyonên paqijiyê yên şervanên YPG û YPJ'ê dest bi vegera Kobanê kirin. 50 kesên di nav de zarok û kesên pîr jî heyî yên vegeriyan Kobanê ji aliyê rayedarên Mala Gel ve li malan hatin bicihkirin.

Ji bo axa xwe terk nekirin ber xwe dan

Ji malbatên vegeriyan Kobanê yêk jî malbata Îbrhaîm bû. Malbat weke dehan malbatên din gundê xwe yê Cîbnê yê li rojavayê Kobanê terk kirin û li qada bi mayîn a li hemberî gundê Goktepe yê Bêrecûkê 3 mehan di şertên dijwar de jiyana xwe berdewam kirin. Malbata Îbrahîm piştî çeteyên DAIŞ'ê êrîş li qada Sêkîm û gundê Kor Alî kirin neçar man meha borî derbasî Tirkiyeyê bûn. Di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de wesayîtên malbatan ên di bin kontrola leşkerên tirk de hatin şewitandin.

'Hesreta 20 rojan'

Necmê Îbrahîm piştî derbasî Tirkiyeyê bûn incax 20 rojan xwe girt û bi zarokên xwe re heftaya borî careke din vegeriyan Kobanê. Îbrahîm niha li Kobanê bi malbata xwe re li mala rayedarên Mala Gel ji wan re diyar kirin de dimîne û keyfxweşiya xwe ya vegera ser axa xwe dijî. Necmê Îbrahîm got, "Em tehemûl nekir em ji axa xwe dûr bimînin. Incax me 20 rojan xwe girt." Îbrahîm koçberiya bi zorê wiha vegot: "4 meh berê çeteyên DAIŞ'ê êrîş li gundê me kir û li ser vê yêkê em ji gund derketin û çûn qada bi mayîn ali hemberî gundên Selîm û Koraliyê û li wê qadê me man. Rojên gelek dijwar me derbas kirin. Ji ber ku yekêmen êrîş li me kirin. Hewan diavêtin me. Ji wê rojê heya niha em ji çeteyan direvin. Piştî 3 mehan em li qada bi mayîn man çeteyan em dorpêç kirin û êrîş li me kirin. Em jî neçar man derbasî aliyê din bûn. Leşkerên tirk ji me re got, 'Hûn PKK'î ne' xwestin em asteng bikin."

'Tu tişt weke axa mirov nîn e'

Îbrahîm anî ziman ku di destpêka hefteyê ligel hemû talukeyan careke din vegeriyan Kobanê û wiha axivî: "Ligel hemû talukeyan em vegeriyan ser axa xwe û em gelek keyfxweş in. Tu tişt weke axa mirov nîn e." Îbrahîm da zanîn ku şervanên YPG û YPJ'ê dê bajar ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dema ez li Pirsûsê min di vê temenê xwe de digot ez dê bombeyan li ser xwe girêbidim û di nava çeteyan de biteqînim. Niha ciwanên me vedigerin û çeteyan dê ji ser axa me derbixin. Em li cem şervanên li eniyan şer dikin in."

(bd)


Bêjeyên Miftehî