1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Tunûsî şoreşekî duwem dixwazin
Tunûsî şoreşekî duwem dixwazin,tunûsî,şoreşekî,duwem,dixwazin

Tunûsî şoreşekî duwem dixwazin

A+ A-

Li Tunûsê piştî ku serokê muxalefetên çep Şukrî Belayîd hate qetilkirin, krîza rêveberiyê li welat kûr dibe. Serokwezîrê nû yê nekarî hikumetê ava bike îstîfa kir. Pirsgirêkên siyasî û civakî yên partiya Ennahda ya li desthilatdariyê giranbûn, piştî ku Belayîd hate qetilkirin kolan careke din zindîbûn û şoreşekî duwem dixwazin.

Beriya du salan piştî gel rabû ser xwe û rejima Bîn Elî rûxand û partiya Ennahda ya Îslamî hate ser desthilatdariyê, sozên dane bicih ne anîn, tam berevajiyê wê pirsgirêk girantir bûn. Ji hemûyan xirabtir rejima beriya wê jî ku cesaret nedikir bike, 6’ê Sibatê cînayetekî siyasî pêkanîn. Ji qetilkirina Şukrî Belayîd hikumet û partiya Ennahda ya di desthilatdariyê de berpirs hatin dîtin.

Ev qetilkirin bû sedem ku li welat bi deh hezaran kes çalakiyên protestoyî pêkbînin. Kesên ji bo azadî û rûmeta xwe derketin kolanan, şoreşek din ya nû xwestin. Piştî Belayîd hate qetilkirin, rihê şoreşgerî ji nû ve bihêz kir. Kolan careke din zindîbûn.

SEROKWEZÎR ÎSTÎFA KIR

Li ser vê yekê Serokwezîr Hamed Cebalî biryar girt ku ji teknokratan hikumetekê ava bike. Ev biryara Jebalî jî di nava partiya Ennahda de jî bû surprîzek. Malbata Belayîd lîderê partiya Ennahda Reşîd Gannûşî bi fermana kuştina Belayîd sûcdar dike, Reşîd Gannûşî ev biryara hikumetê wekî “komplo” binav kir. Bi vî awayî Ennahda muxalefeta xwe ya li hemberî hikumeta nû aşkera kir. Serokwezîr Cebalî ji ber sedema soza avakirina hikumetê dabû û pêk neanî roja 19’ê Sibatê îstîfa kir.

Cebalî ku piştî du mehan di hilbijartinan de partiya wî serket û Kanûna 2011’an bû serokwezîr, tenê 14 mehan karî di peywirê de bimîne. Cebalî got: “Baweriya gelê me ji aliyê çîna siyasî ve hate şkandin, pêwîste ev bawerî careke din were qezenc kirin.” Cebalî da diyarkirin ku, dê serê dewletê di “valahiyê” de nemîne. Cebalî aşkera kir ku, “Serneketina hewildana min nayê wateya serneketina Tunûs yan jî şoreşê.” Cebalî anî ziman ku, rêbaza herî baş ya mirov welat ji vê rewşê derxîne “hikumetekî apolîtîke” (yên ji teknokratan pêktê) qineta min bi vê tê.

ENNAHDAYÊ SOZÊN XWE PÊKNE ANÎN, HEJARÎ ZÊDE BÛ

Piştî du salan rejima Bîn Elî hate rûxandin, bertekên gel hêjan ne rawestiyane. Di van mehên dawî de çalakiyên protestoyî zêde dibin. Jiyana siyasî di navbera alîgirên hikumeta Îslamî û alîgirên rejima laîk de bû du beş. Her çendî ku li ber çavan pirsgirêkên aborî û civakî bên dîtin jî, bêkarî û hejariya rejima Bîn Elî rûxand hêjan wekî xwe ye.

Ennahda ku hemû rayeyên dewletê xistine bin destê xwe, bersiv neda daxwazên azadî û edaletê yên di Çileya 2011’an de di demê şoreşê de anîne ziman. Her wiha sozên di qadên hilbijartinê de jî dane pêk ne anîn. Ne ev tenê ye. hikumeta Ennahda xwe li pêkanînên dictator Bîn Elî pêçaye. Hewildanên otorîterî yên bi bêtecrûbeyî û bêberpirsyartî, welat ber bi krîzekî nû ve dikêşe û her wiha ber bi cûdabûnê ve dibe. Hejartî jî di dema vê desthilatdariyê de girantir bû.