1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Turk: Ew ji xwe re dîndar û ji mere zalim in
Turk: Ew ji xwe re dîndar û ji mere zalim in,turk,ew,ji,xwe,re,dîndar,û,ji,mere,zalim,in

Turk: Ew ji xwe re dîndar û ji mere zalim in

A+ A-

MÊRDÎN (DÎHA) - Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, di mîtînga Qoserê ya bi navê "Em meşa we ya Azadiyê slav dikin" pêk hat de polîtîkayên hikûmeta AKP'ê rexne kir û wiha got: "Siyaseta AKP'ê li ser derewan hatiye avakirin. Li dijî kurdan zilmê dimeşînin. Ew ji xwe re oldar û ji kurdan re zalim in. Divê êdî hemû gelê kurd ruyê wan ê rast bibînin."

Li navçeya Qoserêya Mêrdînê bi tevlêbûna hezaran kesan mîtînga "Em meşa we ya Azadiyê slav dikin" hate lidarxistin. Beriya meşên ku ji taxên Îpek, Cumhuriyet û Qada Azadiyê ber bi Qada Newrozê ya Mîtîngê ve biherike, li qadên ku meş dest pê bike polîsan maşîneyên zirxî bi cih kirin. Li Qada Newrozê jî polîsan 7 TOMA bicih kirin. Pişti saetên mîtîngê nêzîk bûn, girseyên ku li taxên Îpek û Cumhuriyetê û Qada Azadiyê kom bûn, Bi hezaran kesên herikîn Qada Newrozê bi reng û dengê xwe qada mîtîngê zindi kirin. Di mîtîngê de Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku ev roj ji bo gelê kurd pir girîn û wetadar e û wiha got: "Gelê kurd li gelek qadan ji bo azadiya xwe û mafê xwe rabû ser piyan. Turk, anî ziman ku gelê Qamişlo, Kobanî bi têkoşinê gihiştin mafê xwe û têkoşîna wan slav dikin.

'Siyaseta AKP'ê derew e'

Turk, anî ziman ku gelê kurd dest bi dîrokek nû dikin û wiha got: "Gelê kurd li girtîgehê û li derve bi mirinê re şer kir. Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, mitîng li gelê kurd qedexe kirin. Lê we qedexe binpê kirin û hûn hatin vir. Em dê bi vê biryar û têkoşînê biçin Azadiyê. Azadiya Kurdan Xweseriya Demokratîk e. Em dixwazin li 4 perçeyên Kurdistanê XweseriyaDemokratîk ava bikin. Barê li ser milê gelê kurd giran e. Bi salan e ji bo azadiyê bedelên giran dan. Divê em polîtîkayên AKP'ê baş bixwînin. Siyaseta derewan dimeşîne. Li gelek bajaran avahiyên BDP'ê şewitandin. Ev zulim e. Em dixwazin gelê me vê zulma AKP'ê û siyaseta wê ya derewîn bibîne. Em dixwazin gelê kurd rastiya wê bibîne.

'Azadî nêzîk e'

Turk, anî ziman ku gelê kurd dê bi têkoşîn û berxwedana xwe azadiya xwe bi dest bixe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dizanin azadiya gelê kurd nêzîk e. Ji meşa me ya azadiyê ditirsin. Lê em dê vê lîstika wan a qirêj xera bikin. Ev sedsal dê bibe sedsala kurdan a azadiyê. "

Piştî axaftina Turk Serhado derket ser dikê û girse coşand. Girsê piştî mîtîngê ber bi qada Azadiyê ve meş pêk anî û belav bû.

(mae)