1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Tê payîn ku birîndar ji bodrumê werin derxistin
Tê payîn ku birîndar ji bodrumê werin derxistin,tê,payîn,ku,birîndar,ji,bodrumê,werin,derxistin

Tê payîn ku birîndar ji bodrumê werin derxistin

A+ A-

ŞIRNEX (DÎHA) - Tê payîn 16 birîndarên ku ev 8 roj in li benda rakirina nexweşxanê ne ji aliyê 9 welatiyên li gel wan ve derxin serê kolanê û ji wir jî bi ambulansên Şaredariya Cizîrê ve bibin nexweşxanê.

Li Cizîrê, ev 8 roj in ku 16 birîndar û cenazên 6 welatiyên ku di qata bodrumê ya avahiyekê de ne ji ber êrîşên dewletê nayê wergirtin. Bi taybet ev 3 rojên dawî ne ku ambulans bi dehan caran ji bo birîndar û cenazeyan wergirin ber bi Taxa Cudiyê ve çûn lê ji ber topbaran û gulebaran hêzên dewletê neçar man û paş ve vegeriyan.

Li gor agahiyên dawî, tê payîn ku di saetên pêş de 16 birîndarên ku ev 8 roj in li benda rakirina nexweşxanê ne ji aliyê 9 welatiyên li gel wan ve derxin serê kolanê û ji wir jî bi ambulansên Şaredariya Cizîrê ve bibin nexweşxanê. Hate diyarkirin ku piştî hevdîtina parlamenterên HDP'ê yên li Wezareta Karên Hundir di greva birçîbûnê de ne bi rayedarên wezaretê re, dê di saetên pêş de ambulansên şaredariyê biçe sikaka ku mala birîndar lê ne û birîndaran bi ambulansan rake nexweşxanê.

Di wêneyên ku duh êvarê ajansa me weşand de xuya dikir ku kesên jiyana xwe ji dest dane di nav betaniyan de hatine pêçan, birîndar jî li ser cihên erdê hatine dirêjkirin. Di bodruma birîndar lê ne ev 4 roj in ava vexwarinê tune ye û hêzên dewletê di nav vê demê de bênavber êrîşê avahiyê kir.

(sy)