1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Tîma Esedullah' beşa taybet a DAIŞ’ê ye
'Tîma Esedullah' beşa taybet a DAIŞ’ê ye,tîma,esedullah,beşa,taybet,a,daiş,ê,ye

'Tîma Esedullah' beşa taybet a DAIŞ’ê ye

A+ A-

ERDOGAN ALTAN

KOBANÊ (DÎHA) - Navê "Tîma Esedullah" li bajarên Kurdistanê ku plana tevkujiyê ya hikumeta AKP'ê di meriyetê de ye bi nivîsên li ser dîwaran ve hate rojevê. Derket holê ku ev tîm, beşeke taybet a çeteyên DAIŞ'ê ye ku salek berê li bajarê Minbîcê hatiye avakirin û tevlî gelek pêkanînên hovane bûye.

Derket holê ku "Tîma Esedullah" ya ku li bajarên Kurdistanê yên rêveberiya cewherî hate îlankirin tevlî gelek komkujiyan bû, beşeke tabet a çeteyên DAIŞ'ê ye. Navê vê tîmê bi taybet di dema qedexeya derketina kolanê de li navçeyên Farqîn û Sûr ên Amedê, bi nivîsên li ser dîwaran ve hatibû bihîstîn. Hate zanîn ku ev tîm beşeke taybet a çeteyên DAIŞ'ê ye ku li bajarê Minbîc a Rojava hatiye avakirin. Kurdekî ji Minbîcê M.E.S da zanîn ku dema xwestiye xwe bigihîne hevjîn û zarokê xwe yên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin, yek ji rêberên çeteyan Sadiq El Sadiq jê re gotiye "Eger yên ku zarok û hevjîna te revandine 'Ferîq-î Esedullah' bin, tiştek bê kirin tune ye. Ji ber ku me ew bi taybet peywirdarkirine."

Çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê tê naskirin di sala 2015’an de bi êrîşên xwe yên hovane ya li ser gelên kurd û ereb ên li bajarê Minbicê tirs û xov di dilê gel de belav bike, vê yekê di du mehên dawî de derxistiye asta herî jor. Piştî çeteyên DAIŞ’ê bajarê dagir kir, hat diyarkirin ku destpêkê li ser gelê kurd dest bi pêkanînên qirkirinê kiriye. Hat zanîn ku çeteyan, ne tenê li ser kurdan erebên ku ji "emîran" re îteat nedikirin jî bi hinceta "kafir in" girtin û piraniya wan jî kuştine.

Bi qetilkirina dehan sivîlan a li qada bajêr re xwestin tirsê belav bikin

Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2015’an de tevahiya bajêr de pêkanînên xwe yên hovane xist meriyetê, gelek sivîl di qada bajêr de darve kirin, serê piraniyan jê kirin. Hate ragihandin ku bi taybetî piştî daxuyaniyên rayedarên dewleta tirk ku gefên weke "Wirdetirê ava Firatê xeta me ya sor e" hate kirin, çeteyan jî bi hinceta dê YPG/YPJ êrîş bike, ji bo alîkarî nedin û tirs bixe nava gel, bi dehan sivîlan bi hinceta "Alîkariya YPG/YPJ" kirine di nava bajêr de gulebaran kirin, hin kes jî hatin darvekirin û ser jê kirin.

Jin û zarok tên revandin

Di nava salekî de çeteyên DAIŞ’ê bajarê Minbicê tarûmar kiriye. Kesên li hemberê zilma çeteyan derketin kolanan û xwestin çete axa wan terk bikin, çeteyan yek bi yek avêtiye ser mala wan. Bi taybetî di serde girtina malan de nêzî 50 jin revandine. Jinên ku bi hinceta civandina zeytunan revandin derveyê bajêr, piştî 3 rojan wan anîn bajêr û berdan.

Fetwaya ‘kurd kafir in’ derxistin

Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê di meha îlonê de, ji bo kurd Minbicê terk bikin ‘fetwa’ derxistiye û ji bo vê jî weke hincet “Ji ber ku kurd kafir in, talankirina malên wan jî helal e" hat nîşandan. Piranî dest danîn ser xanî û malên kurdên ku li taxa Esedî û li ser riya Cerablus û Cizîr dijîn û li ser wan jî nivisa “Milkê dewleta Îslamê ye” hat nivisandin û malên kurdan talan kirin.

‘Ew tîmên Esedullah’ın tiştekî em bikin tune ye’

Welatiyê bi navê M.E.S ku li Minbicê dijî, me xwe bi telefonê gihand, diyar kir ku kurê wî ya 12 salî û hevjîna wî ji hêla çeteyan ve hatiye revandin. M.E.S, destnîşan kir ku di 18’ê kanunê de di seatekî ku ew ne li mal bûye çeteyan avêtine ser malê, zarokek û hevjîna wî revandine û tiştê hatî serê wî wiha vegot: “Dema ez li sûkê bûm, zarokekî cîranê me ya ereb hate cem min û got ‘DAIŞ avêtine ser mala we.’ Heta ez beziyam hatim malê zarokekî min a 12 salî û hevjîna min birine. Ez li pey wan derketim lê negihiştim wan. Roja din ez çûm cem kesekî ku ‘emîr’ ên çeteyan nas dike û bi wan re têkiliyê de ye, ji bo min bibe cem wan min lawa kir. Wî jî ji min re got ‘tiştek tune ye, ew baş in, dê paş de bînin, eger neynin sibê were ez ê te bibim cem wan.’ Ez jî bi neçarî vegeriyam malê. Zarokên min pir tirsiya bûn. Lewra ev saleke tiştek nemaye nanîne serê kurdan û em şahid in. Ew roj neanîn, roja din dîsa ez çûm cem heman mirovî. Ji min re got ‘binêre duh te pir lawa kir, gunehê min bi te hat, ji ber vê yekê ez ê te bibim cem wan lê divê tu ji tu kesî re nebêjî’. Min bir ciheke derveyê bajêr, emirekî jê re digotin Sadiq el-Sadiq li wir bû. Min jî tiştê çêbûye jê re got. Wî jî ji min re got ‘teqez te alîkariya wan kiriye (YPG) loma’. Min got na min tu alîkarî nekiriye. Piştre got ‘Tiştên heta niha tên kirin, ji hêla yekîneyekî ku ev salek zêde me taybet ava kiriye dikin. Lewra em ji bo wan her tişt, tiştên dikin heq dibînin. Ji ber ku ew endamên yekîneyên taybet in, ew şêrên xwedê ne. Ji xwe navê yekîneya wan ‘Feriq-î Esedullah’ (Tîmên Esedullah) ye. Yanî bi kurtasî vê yekê wan kiriye, tiştekî em bikin tune ye. Here mala xwe’. 10 roj derbas bû hevjîna min bi halekî perîşan hate malê, lê kurê min nehat. Ez ji hevjîna xwe dipirsim çima kurê min bernedan, lê ji ber ku tiştên nebaş û qirêj anîne serê wê ne bi min re ne bi tu kesî re xeber nade, hêj jî neaxive. Per û perîşan e. Ez nizanim çi bikim.”

M.E.S, diyar kir ku ji ber ewlehiya canê wan tuneye dixwaze ji Minbicê derkeve lê ji ber zarokê wî di destê çeteyan de ye heta wî negire naxwaze derkeve û got: “Lewra dê wî jî weke bi dehan zarokên hatine revandin bikin qatilê mirovan, qatilên malbata xwe, ez naxwazim ev tişt çêbibe.”

(ea/sa)