1. Hemû Nûçe

  2. Rojev

  3. Tîmên Taybet Tevlihevî Derxistin
Tîmên Taybet Tevlihevî Derxistin,tîmên,taybet,tevlihevî,derxistin

Tîmên Taybet Tevlihevî Derxistin

A+ A-

COLEMÊRG - Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, ji ber polîsên tîmên taybet ên rejîma Tirk ku li nava bajar digeriyan gel provoke kir, di encamê de 2 kes birîndar bû. Li Colemêrgê jî piştî pevçûna li Çelê tevgera hewayî didome.

Hat zanîn ku polîsên tevgera taybet ên bi xwînxwarî û hovîtiyê tên nasîn ku nava bazar/sûka navçeya Geverê digeriyan bi gotinên "Ka kes tune ye kevir bavejin me" welatî kiş û provoke kirin. Piştî van gotinan di navbera polîs û welatiyan de alozî derket. Li gel rûdana aloziyê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî welatiyan kir. Di bûyeran de 2 kes ji ber bombeyên gazê birîndar bûn. Li ser bûyerê esnafên kepengên dikanên xwe girtin û bi girseyê helwesta polîsan şermizarkir. Ciwanan jî bi molotof û keviran bersiv dan êrişa polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şid. Li navçeyê bûyer didomin.

LI NAVÇEYA ÇELÊ TEVGERA HEWAYÎ DIDOME

Piştî teqîna li navçeya Çelê ya Colemêrgê pêk hat, tevgera hewayî didome. Helîkopterên cur bi cur ji Turgaya Çiyê ya Colemêrgê a Komando û Kişlaya Fatîhê radibin û ber bi aliyê Newala Zapê ve difirin.

Her wiha sewqiyata leşkerî ya li herêmê jî didome û operasyon jî her diçe berfireh dibin.