1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Uçer: Heke Erdogan bixwaze dê bi hevokekê aştiyê bîne
Uçer: Heke Erdogan bixwaze dê bi hevokekê aştiyê bîne,uçer,heke,erdogan,bixwaze,dê,bi,hevokekê,aştiyê,bîne

Uçer: Heke Erdogan bixwaze dê bi hevokekê aştiyê bîne

A+ A-

WAN/ AGIRÎ (DÎHA) - Parlamenterê BDP'ê yê Wanê û Endamê Lijneya Rêveberiya Koordînasyonê ya KCD'ê Ozdal Uçer diyar kir ku heke Serokwezîr Tayyîp Erdogan bixwaze dê bi hevokeke aştiyê pêk bîne. Uçer wiha got: "Heke îro Serokwezîr derkeve û bi gotina aştiyê bi kar bîne û operasyonan rawestînê dê aştî bê."

Li bajaroka Çelebîbagê ya navçeya Erdîşê ya Wanê ji bo malbatên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane xwarina fitarê da. Bi sedan kesên ku Parlamenterê BDP'ê yê Wanê û Endamê Lijneya Rêveberiya Koordînasyonê ya KCD'ê Ozdal Uçer, Şaredarê Çelebîbagê Veysel Keser, Serokê Rêxistina BDP'ê yê Çelebîbagê Velî Avci jî di nav de beşdarî fitarê bûn. Beriya xwerinê Keser axivî û bal kişand li ser operasyonên dawî. Keser destnîşan kir ku ew êdî dixwazin bi awayeke azad bijîn û pirsgirêka kurd bi riyên aştiyane û diyalogê bê çareserkirin.

Piştre xwarin hate xwarin. Piştî xwarinê Uçer axivî got uk her roj dayik rondikan dibarînin û berpirsyarê vê yekê jî hikûmeta AKP'ê ye. Uçer wiha got: "BDP, Birêz Ocalan, PKK; KCK her kes di aşitiyê de israr dikin. Kurd agirbesta yekalî îlan dikin. Lê dîsa operasyon didomin. Heke Serokwezîr û îro gotina aştiyê bi kar bîne û operasyonan rawestînê dê aştî bê. Lê ev hevok di devê wî de dernakeve. Her tim tehdît dike."

Li Giyadinê li dijî operasyonan nerazîbûn

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê jî ji aliyê şaredariyê ve li baxçeyê Şaredariya Giyadînê xwarina fitarê hate dayîn. Şaredar Celal Tanriverdî beriya fitarê axivî û êrîşa hewayî ya li dijî Qendîlê şermezar kir. Tanriverdî diyar kir ku hikûmeta AKP'ê li dijî kurdan şereke qirêj dimeşîne û xwest hikûmet dev ji wan polîtîkayan berde. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Agiriyê Cenap îlboga jî got ku bi polîtîkayên heta îro ev pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Piştî axaftinan xwarin hate xwarin.

(sa)