1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Uçer: Polîs bi pîlan êrîş kir
Uçer: Polîs bi pîlan êrîş kir,uçer,polîs,bi,pîlan,êrîş,kir

Uçer: Polîs bi pîlan êrîş kir

A+ A-

Parlementerê BDP'ê yê Wanê Ozdal Uçer, têkildarî mudaxaleya polîsan a li dijî gelê Wanê bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku êrîşên polîsan ên li dijî gel bi plansaziya Walî, Midûrê Polîsan ê Wanê û Wekîlên Wanê yên AKP'î hatiye kirin.

Rêxistina BDP'ê ya Wanê û Namzetê Bloka Ked, Azadî û Demokrasiyê yê Wanê û parlementerê BDP'î yê Wanê Ozdal Uçer, têkildarî mudaxaleyên polîsan ên 3 rojan li ser hev li dijî gelê wanê yên ku biryara YSK'ê şermezar kir, ji Kolana Hunerê heta avahiya Edliyeyê meşek pêk anîn. BDP'îyan, bi boneya binçavkirina 152 kesan şermezar bike dirûşmeyên "Valî îstîfa" berz kirin. Zarokên ku ji bo 23'ê nîsanê kom bibûn jî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" berz kirin. Koma BDP'ê li pêşberî Edliyeyê ji aliyê malbat û xizmên 59 kesên ku hatine binçavkirin ve hatin pêşwazîkirin. Parlementer Ozdal Uçer, li vir axaftinek kir û diyar kir ku kesên hatine binçavkirin û rastî lêdanê hatine, her wiha êrîşên polîsan ên li dijî gel bi plansaziya Walî, Midûrê Polîsan ê Wanê û Wekîlên Wanê yên AKP'î hatiye kirin.

Uçer, da zanîn ku namzetê AKP'ê û Waliyê Wanê yê berê Munîr Karaloglu berpirsiyarê bûyerê ne û wiha got: "Êrîj ji aliyê Walî û Parlementerên AKP'ê ve hevbeş hate kirin. Lê bila kaş zanibin ku gelê bi kuştin, binçavkirin, girtin û windakirinê tek neçûye, dê têkoşîna xwe bilintir bike."

Piştî daxuyaniyê girse rawestandina xwe ya li ber avahiya Edliyeyê didomîne.

DÎHA (mae)