Viyan Soran li Silêmaniyê hat bîranîn
09:02 02.02.2014 1 / 5 SILÊMANIYÊ (DÎHA) - Li bajarê Silêmaniyê endama HPG'ê Viyan Soran (Leyla Walî Huseyîn) bi semînerekê hat bibîranîn.
Di pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê (RJAK) endama HPG'ê Viyan Soran ku di sala 2006'an de li herêma Heftenînê ji bo tecrîda li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bike, bedena xwe dabû ber agir, li bajarê Silêmanî bi semînerekê hat bîranîn. Semîner, bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di semînerê de dayika Viyan Soran, Dayik Gelawêj Elî Mihemed û kesên akademîsyen, rojnamevan, siyasetvan û girseyekî mezîn beşdarî bû. Piştî axaftina vekirinê, ji bo li ser kesayet, jiyan û têkoşîna Viyan Soran, Endamê Desteya Rêveber a PÇDK'ê Hesen Cudî û Endamê RJAK'ê Tara Qadîr axaftin kirin û behsa kesayet, jiyan û tekoşîna Viyan Soran kirin.
Hesen Cûdî di axaftina xwe de spasî ji bo dayika Gelawêj kir û got:"Heval Viyan di tevgera azadiyê de cih û rolekî xwe yê girîng hebû û erkên mezin girtibû li ser milê xwe. Di xebat û tekoşînê xwe de pir bi aqiliyane û bi biryar bû. Tu caran di tekoşîna xwe ya azadiyê de poşman nebû."
Cûdî di axaftinê xwe de balkişand li ser çalekiya Viyan Soran û wiha berdewam kir "Heval Viyan di çalakiya xwe de peyamek pir giring da û bi vê çalakiyê xwest tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişkîne û vala derxîne. Ev çalakî pir bi wate bû û li hember paşverûtiyê bersiveke girîng bû."
'Şehîda Neteweyî'
Hesen Cûdî herî dawî kesayeta Viyan Soran weke kesayeteke neteweyî nirxand û got:"Heval Viyan ji bo jinên Başûrê Kurdistanê bû pêşeng lê di dilê çar parçeyê Kurdistanê de jiya û neteweyetî di kesayetê xwe de pêk anî."
Her wiha Endama RJAK'e Tara Qadîr jî li ser kesayet û çalakiya ku bandora xwe li ser jinên Herêma Federal a Kurdistan û her çar parçeyên Kurdistan kiriye axivî û wiha pêde çû:"Bi dehan jinê wekî min piştî şehadeta heval Viyan ev têkoşîn, felsefe, bîr û bawerî û îdeolojî nas kir. Wek jin, wek têkoşêreke azadiyê em heval Viyan şehîdeke neteweyî dibînin. Şehîd Viyan, Aram, Leyla Qasim û bi dehan wek van şehîdan pêwîst e em wek şehîdên neteweyî bîbinin."
Dayika Viyan Soran Gelawej Elî Mihemed axaftinek bi hestiyar kir.
Piştî semînerê gora Viyan Soran hat ziyaretkirin. Li goristanê peyama RJAK'ê hat xwendin û bi dirûşmayên "Şehîd namirin, Jiyan Viyan e" merasîm bi dawî bû.
(yş/mae)
