1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Vê Lîstikê Eleqeyek Mezin Dît
Vê Lîstikê Eleqeyek Mezin Dît,vê,lîstikê,eleqeyek,mezin,dît

Vê Lîstikê Eleqeyek Mezin Dît

A+ A-

SÊRT (DÎHA) - Koma şanoyê ya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Sêrtê bi lîstika "Ozgurluk Oyunu" ku li ser mijara "efuyê" hatiye amadekirin, derket pêşberî şanohezan.

Koma şanoyê ku ji mamoste û xwendekaran pêktê û di bin sêwaneya Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Sêrtê yekemîn listika xwe pêşkeş kir. Lîstika "Ozgurluk Oyunu" ku li ser mijara "Efûyê" hatiye amadekirin, ji aliyê Adem Atar ve hatiye nivîsandin û derhinêriya wê jî ji aliyê Metîn Ozdemîr ve hatiye kirin. Lîstika şanoyê li Navenda Perewerdehiyê ya Gel hate nîşandan. Wekîlê Şaredarê Sêrtê Abdullatîf Çekîn, nûnerên sendîqeyên girêdayi KESK'ê jî tevli bernameyê bûn. Derhinerê lîstikê Metîn Ozdemîr di axaftina xwe de diyar kir ku wan listik ji bo balê bikişînin ser hêviyên girtiyan yên ji bo efûyê.

(lg)