1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. VÎRÛSÊN KOMPÎTURAN: KUJERÊN PERGALAN
VÎRÛSÊN KOMPÎTURAN: KUJERÊN PERGALAN,vîrûsên,kompîturan,kujerên,pergalan

VÎRÛSÊN KOMPÎTURAN: KUJERÊN PERGALAN

A+ A-

Nivîskar:Occo Mahabad

VÎRÛSÊN KOMPÎTURAN: KUJERÊN PERGALAN

Di roja me de ji bo kompîturan dijminên herî xeternak vîrûs in. Vîrûsa ewil li Pakistanê ji aliyê Amjad Alvi ve tê çêkirin. Alvi bernameyek çêdike lê dinêre ku herkes bê destûr bernameya wî bi kar tîne. Ji bo agahdarkirina mafê telîfê vîrûsek çêdike. Vîrûs zerar nade kompîturê lê peyameke mafê telîfê dişîne û nîşan dide. Piştî Alvin hin kesan vîrûsên ku zerar didin pergal û kompîturan çêdikin. VÎRÛS ÇAWA TEVDIGERE?

Vîrûs di bîra kompîturê de bi cih dibe ,dizeliqe , saziyên daneyan diguherîne, xwe bi berdewamî kopî dike,vedişêre, belav dike û bi vî awayî zerarên mezin dide pergal û kompîturê.Heger bernameyeke çêkirî zerar nede pergal û kompîturê vîrûs nayê hesibandin.Divê teqez zerar bide.

SAZIYÊN VÎRÛSAN

Saziya vîrûsê ji sê beşan pêk tê.Beşa kopikirinê,beşa veşartinê û beşa bandorê.Vîrûs berê xwe kopî dike hedefên xwe,paşê ji bo nedîtinê xwe vedişêre ku bila bernameya antîvîrûsê wê tespît neke.Herî dawî jî bi bandoreke mezin zerar dide bername,pergal û kompîturê. Di nava van beşan de beşa herî talûkedar beşa bandorê ye. Beşa bandorê agahiyên we tevlihev dike,bernameyan jê dibe,dîskên we xera dike,pergala xebatê hildiweşîne. Vîrûs bi giştî bi dirêjeyên EXE,COM,OVL,OBJ,LIB dikevin pergala we û belav dibin her derê.

ZERARÊN VÎRÛSAN

Em dikarin zerarên vîrûsan wiha rêz bikin. -Denetîma kompîturê bi dest dixin. -Dikevin belgeyên weke Word û Excelê û zerarên mezin didin. -Dane û dosyayên we xera dikin. -Zerar didin hişkalava we. -Pergala xebatê hildiweşînin. -Hêz û performansa kompîturê kêm û asteng dikin.

CUREYÊN VÎRÛSAN

1-Li Gor Bernameyan Vîrûsan

A) Vîrûsên Resident:Ev vîrûsan xwe di bîra kompîturê de bi cih dikin û ji bo nedîtinê herdem xwe vedişêrin.Vîrûsa Resident vîrûseke pir çalak e.Heger ev vîrûs ji aliyê çêker ve pir baş hatibe nivîsandin û çêkirin bernameya antîvîrûsê nikare wê bibîne û ji holê rake.

B) Vîrûsên Nonresident (Vîrûsên Gerok): Ew di bîra kompîturê de namînin û ji bo zerardayînê li bernameyan digerin.Xwe di nava bernameyan de kopî dikin û vedişêrin.Çi çax bername were xebitandin ev vîrûs jî dibin çalak û zerarên pir mezin didin.

2-Li Gor Bandoran Vîrûsan

A) Vîrûsên Sektorên Bootê

-Vîrûsên Master Boot Record:Ev vîrûs dikevin hard-dîsk û dîskên floppiyan.Beriya xebitandina dosyayan çalak û amade disekinin ku di vebûna kompîturê de bikevin BIOS’ê . Piştî vebûna kompîturê sektora Reverse Word dibînin û bîra RAM’ê dixwînin.Ewqas zerar didin pergala xebatê ku kompîtur careke din venabe.

-Vîrûsên Sektorên Bootê yên Normal:.Ew îmzeya dîskên floppyê teqlîd dikin û di hundirê dîskên floppyê de bi cih dibin.Bi vî awayî nahêlin ku dîskên floppyê rast û baş bixebitin. Heke ew ji aliyê bernameya antîvîrûsê neyên dîtin dîskên floppiyê xera dikin.

B) Vîrûsên Bernameyan

Ew dikevin nava bernameyan.Di hundirê bernameyê de xwe vedişêrin û bi xebata bernameyê re çalak dibin û dixebitin.Ew pergalê hilnaweşînin lê rastxebitandina pergalê asteng dikin.Ev astengkirin leza kompîturê dadixe û kêm dike.

C) Vîrûsên Dosyayên COM’ê

Ev vîrûs pir hêsan û zû belav dibin , ji ber ku di nava dirêjeyên COM’ê de bi rehetî xwe vedişêrin.Ev vîrûs qada bîra DOS’ê dagir dikin û hildiweşînin.Vîrûsên dosyayên Com’ê pir xeternak in.

D) Vîrûsên Dosyayên EXE’yê

Vîrûsên Exe’yê hinekî ji vîrûsên Com’ê cuda ne.Weke vîrûsa Comê xwe nanivîsin destpêka dosyayê.Diçin xwe dinivîsin dawiya dosyayê.Bi vî awayî pir zû belav dibin pergala kompîturê.Bi qasî vîrûsên Com’ê ne talûkedar in lê performansa kar û xebatên kompîturê dadixin û asteng dikin.

3- Li Gor Platforman Vîrûsan

A) Vîrûsên Microsoft’ê

Vîrûsên Microsoftê ji bo kompîturên şexsî hatine çêkirin.Bi taybetî ji bo pirenîvenga DOS’ê hatine amadekirin. Lê dikarin di pergalên din de jî bixebitin.Li cîhanê herî zehf ji bo vê platformê (pergala xebatê) vîrûs tên çêkirin.Ji ber ku herî zehf ev platform tê bikaranîn.Ewlehiya Platforma Microsoft’ê ji platformên din jartir û lawaztir e.Microsoft bi zanebûn ewlehiya xwe xurttir nake ku kar û qazancên xwe bilind bike.

B)Vîrûsên Macintosh’ê Vîrûsên Macintoshê weke vîrûsên Microsoftê ne talûkedar in.Ji ber ku bingeha Macintoshê ji Microsoftê baştir e.Vîrûs nikarin zû bi zû bikevin pergala Machintoshê.Bikevin jî nikarin zû bi zû pergala Macintoshê hilweşînin.

C)Platformên Din

Ev vîrûs ji bo platformên din hatine amadekirin.Mînak ji bo Linux’ê.Lê bingeha Linuxê ewqas saxlem e ku vîrûs pir baş nehatibe çêkirin nikare bikeve pergalê û belav bibe. Pergala ku ewlehiya wê herî baş Linux e.Ji bo Linuxê parastina pergalê gelek girîng e.Lê mixabin platforma Linuxê zêde nayê naskirin û bikaranîn.Pêşniyara min ew e ku hinekî pergala Linuxê vekolin û nas bikin.Linux bi temamî bêpere û belaş tê weşandin û belavkirin.

4-Vîrûsên Din

A) Vîrûsên Dosyayên BAT’ê

Ew ji bo dosyayên ku dirêjeyên wan BAT in hatine çêkirin.Ev dosyayan bi pergala fermana Binary’ê naxebitin.Pergala fermana wan ASCII ye.Vîrûsên BAT’ê pir zerar didin pergal,dosya û daneyan.

B) Vîrûsên Dosyayên SYS’yê

Çêkirina van vîrûsan pir zor e. Bi tenê pisporekî/ê dikare wan vîrûsan binivîse û belav bike. Ev vîrûs sernavên dosyayên SYS’yê diguherînin û xwe kopî dikin wê derê.Loma zû bi zû ji aliyê bernameyên antîvîrûsan ve nayên dîtin.

C) Vîrûsên Word Makroyê (Kujerên Sor)

Ev vîrûs zerarên pir mezin didin kompîturan.Di nava hemû cureyan de vîrûsên herî û herî xeternak ew in.Dikevin nava bernameyên weke Word,Excel,Access,PowerPoint,Project,Corel Draw’ê pergalê hildiweşînin.Vîrûsên Makroyê bi giştî bi bernameya Visual Basic’ê tên nivîsandin.Vîrûsên Macro dikarin di heman demê de bi hezaran kompîtur hilweşînin.

FIREWALL (DÎWARÊ EWLEHIYÊ) Û BERNAMEYÊN ANTÎVÎRÛSAN

Ji bo astengkirina êrîşên vîrûsan, divê di kompîtura we de dîwarê parastinê (firewall) û bernameya antîvîrûsê sazkirî hebe.Dîwarê Parastinê bernameyeke antîvîrûsê nîne.Bi tenê di deriyên kompîtura we de nobedariyê dike ku bila bernameyên ku zerar didin kompîturê bêyî destûr nekevin pergala we.Heger kompîtura we bi FIREWALL’ê neyê parastin pergala we zû hildiweşe. Bernameyên Antîvîrûsan ji bo dîtina vîrûsan hatine çêkirin û divê bi teqez di kompîtura we de bernameya antîvîrûsê sazkirî hebe.Bernameyên antîvîrûsan şopên vîrûsan dişopînin,îmzeyên wan dibînin û vîrûsan bêtesîr dikin.Heger bernameya antîvîrûsê di kompîtura we de tunebe pergala we di demeke kurt de hildiweşe.Divê bernameya antîvîrûsê van taybetiyan bihewîne. -Divê bername beriya zerardayînê vîrûsan bibîne û ji holê rake. -Divê desteka rojanekirinê hebe. -Bername divê di plana pişt de bixebite û vîrûsan tesbît bike. -Kirara kompîturê newestîne ku bila performansa kompîturê nekeve. -Bername divê lêgerîneke zû bike.

EWLEHÎ Û PARASTIN

Ji bo astengkirin û jiholêrakirina vîrûsan hûn dikarin van bernameyan bi kar bînin;Eset Nod 32 û Smart,Avast,Karpesky,F-prot,Norton,McAfee Asscoites,Ibm,Avg.… Lê ji bîr nekin ku bernameyên bilîsans an jî bêpere ji sedî sed ewlehî û parastinê nadin we.Ji ber ku her roj bi hezaran vîrûs tên çêkirin û belavkirin.Bernameya heyî ya sazkirî bi tenê dikare vîrûsên keşfkirî bibîne û ji holê rake.Lewma ji bo bernameya antîvîrûsê desteka rojanekirinê pir girîng e.Heger desteka rojanekirinê nebe pergala we di demeke kurt de hildiweşe.

Dawiyê em dikarin bibêjin ku ji bo parastin û ewlehiyê bernameyek peyda bikin ku bila pergala we zû bi zû hilneweşe..

Nivîskar:Occo Mahabad e-peyam: [email protected]

malper: http://www.bernamegeh.net/

http://www.kurtceprogram.com/