Waliyê Amedê: Newroz dê di 21’ê de bê pîrozkirin
Waliyê Amedê Mustafa Toprak got ku Newroz di 21’ê adarê de bê pîrozkirin.
A+
A-
Waliyê Amedê Mustafa Toprak got ku Newroz di 21’ê adarê de bê pîrozkirin. Piştî Stenbolê, vê carê Parêzgeriya Amedê serlêdana BDP’ê ya ji bo Newroza Amedê ku dê di 18’ê adarê bê lidarxistin, red kir. Hevserok û parlementerên BDP’ê ji bo vê mijarê civiyan. Civîn li çapemeniyê girtî didome.
Serokê Komîteya Amadekar ya Newroza Amedê M. Eşref Mametogul têkildarî nûçeyên hinek ajansan yên bi çavkaniya rayedarên walîtiyê yên tên gotin ji Newroza Amedê re destûr nehate dayîn daxuyanî da. Mametoglu, diyar kir ku têkildarî serlêdana wan ya ji bo Newrozê hêj tu teblîgatên fermî ji wan re nehatine.
Heta niha daxuyaniyek fermî ji BDP’ê nehatiye. Hevserok û parlementerên BDP’ê ji bo vê mijarê civiyan. Civîn li çapemeniyê girtî didome.
ANF NEWS AGENCY
Bêjeyên Miftehî waliyê,amedê,newroz,dê,di,21,ê,de,bê,pîrozkirin
