Walîtiya Dêrsimê jî destûr neda
Walîtiya Dêrsimê fermana Wezîr bicih anî: Destûr neda Newrozê
Waliyê Dêrsimê li gorî fermana Wezîrê Karê Hundir tev geriya û destûr neda ku li Pilûrê Newroz di 18'ê Adarê de bê pîrozkirin û xwest di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin.
Wezîrê Karê Hundir, giştînameyek ji hemû walî û qeymeqaman re şand û diyar kir ku ji bilî 21'ê Adarê divê di tu rojêndin de Newroz neyê pîrozkirin. Li ser giştînameya Wezîrê Karên Hundir, Waliyê Dêrsimê li gorî fermana Wezîr tev geriya û destûr neda ku li navçeya Pilûrê ya Dêrsimê Newroz di 18'ê de bê pîrozkirin. Walîtiyê bi hinceta dê di 18'ê Adarê de pîrozbahiya Çanakkaleyê pêk bê destûr nade. Walîtiyê, ji bo serlêdana 19'ê Adarê jî bi hinceta giştînameyê desûr neda.
Komîteya Amadekar a Newrozê jî bertek nîşan da û anî ziman ku redkirina daxwaza pîrozbahiya Newrozê da û anî ziman ku ev biryarek dijhiquqî ye.
(mae)
