Walîtiyê 'herêmên qedexe' berfireh kir û dem jî 6 meh dirêj kir
MÊRDÎN (DÎHA) - Walitiya Mêrdînê "herêmên ewlehiyê" berfireh kirin û ji bilî qadên bi ser Nisêbîn, Qoser, Şemrexê; herêmên Midyat, Stewrê û Kerbaronê jî bi dehan cih lê zêde kir û dem jî 6 meh dirêj kir.
Walîtay Mêrdînê demeke berê heremên bi ser Nisêbîn, Qoser û Şemrexê "herêmên ewlehiyê" îlan kiribû û bi biryareke nû jî gelek herêmên bi ser Midyad, Stewrê û Kerboranê jî lê zêde kir, dema qedexeyê jî 6 meh dirêj kir. Herêmên ku di navbera 1'ê îlona 2015'an î 1'ê Adara 2016'an hatine qedexekirin ev in:
Li navçeya Midyadê; girê Yarbaşi ya rojhilatê Masarayê. li başûr girê Şeyh, li bakur girê Baktaş, li rojava girê Gurteyê. Li girê Hirbeesko , li rojhilat girên Newala Berazan, li başûr girê Panavamîra, li bakur girê Şînokaaraba, li rojava Zinnarehiznî û herêma Kerrike ya li hundirê sînorê Şemrexê.
Girê Şengîl ê di navbera sînorê herêmên navçeyên Şemrex û Qoserê diminin; li bakur girê Kayah, li başûr herêma di navbera girê 1251 bilind e dimîne. Herêma Bîn Dere ya li sînorê navçeya Stewrê.
Herêma girê Ulaş-Haşikiyê ya li sînorê Kerboranê; li rojhilat girê Haşkî, li başûr mezraya Ulaşê, li bakur girê Altin, li rojava girê Henduayê. Herêma Dîrekefsîret-Yumurtaliyê.
Herêma Cînat û taxa Yelekliyê ya li sînorê Nisêbînê; şikeftên Şehratayê, herêma Kîlîseduzu, taxa Dagîçî. Herêma çiyayê Dîbek, herêma çemê Dere ya taxa Uçkoyê. Girê Varîboşa, Hirbesor, girê Kevriktepe, newala Defsorî, newala mescîd, Gunduk, newala Reşîm.
(sa)
