Wan di bin dagirkeriya Leşkeriyê de ye
09:32 13.01.2014 1 / 13 SALİH SERTKAL
WAN (DÎHA) - Kişlayên Leşkerî yên li Navenda Wanê hatine avakirin hemû bajar dagir kiriye û welatiyên bajar tevan bêzar dike. Welatiyên li nêzî kişlayên leşkeriyê dijîn, diyar kirin ku leşkerên li nava bajar perwerdehiya leşkerî û çekan dibînin gefan li jiyana wan dixwe. Welatiyan anîn ziman ku ewlehiya wan tune.
Li gelek bajarên herêmê fermandarî û kişlayên leşkeriyê di nava bajar de hatine avakirin. Kişlayên leşkerî ku di nava bajar de hatine avakirin, welatiyên cîran û derdora xwe bêzar dikin û ewlehiya jiyana wan dixin talûkeyê. Dewlet li herêmê, cih û warên herî xweş û geş dagir dike û li wir navendên kişla û leşkeriyê ava dike. Welatiyên bajar û navçeyan jî li ch û warê herî xeter û nexweş neçarî jiyanê tên hiştin. Li Wanê jî kişlayên leşkerî ku di navenda bajar de hatien avakirin, ji ber perwerdehiya çekan û leşkerî tê kirin jiyana welatiyan di bin gefên guleyan de ye. Zeviyên ku ji bo kişlaya leşkerî û perwerdehiyê hatiye veqetandin ji ber bikaranîna muhimatên leşkerî gelek welatî li van zeviyan di bin navê “qezayê" de jiyana xwe ji dest dane. Li herêmê, li gelek qadên perwerdehiyê ji ber mayin û teqemeniyan zarok û mezin birîndar bûne û jiyana xwe ji dest dane. Li Wanê gelek navendên leşkerî hene û ev navêndên leşkerî gefan li welatiyan dixwin. Li taxa Şerefiye qereqolên leşkeriyê, Kişlaya Leşkerî ya Xaçortê, Kişlaya Leşkerî ya Akkopru, Kişlaya Leşkeri ya Îskeleyê, Kişlaya Leşkerî ya Sixkê û gelek fermandariyên leşkerî ku di nava bajarê Wanê de hatine avakirin gefan li jiyana welatiyan dixwe."
Zarokên bûn qurbana perwerdehiya leşkerî
Li herêmê heta niha gelek zarok bûne qurbana teqemeniyên leşkerî. Li herêmê di salên dawî de Ceylan Onkol, Oguzhan Akyurek Canan Saldik qurbanên herî dawî ne. 2 sal berê ji ber guleya ji Kişlaya Leşkerî ya Hacibekirê hat avêtin li zaroka 16 salî Canan Saldik ket û jiyana xwe ji dest da. Li Xaçortê esnafê bi navê Cemil Uçuş diyar kir ku dikana wî li hemberî kişlaya leşkerî ya Xaçortê ye û ewlehiya wî tune. Uçuş, anî ziman ku Kişlaya Hacibekir/Xaçortê, gefan li jiyana welatiyan dixwe û xwest cihê kişlayê bê guhertin.
Welatiyê bi navê Hikmet Akşit jî anî ziman ku leşkeriyê hemû tax û kolan dorpêç kirine û qadên jiyanê ji welatiyan re nemaye. Akşit, anî ziman ku herî dawî zaroka 16 sali Canan Saldik li Xaçortê ji ber guleya ji Kişlaya Hacibekirê hat avêtin jiyana xwe ji dest da.
Li nava taxê lekerî her dem me radiwestîne
Welatiyên taxa Akkopru jî nerazîbûnên xwe anîn ziman û diyar kirin ku leşkerên kişlayê li nava tawê wan radiwestîne. Welatiyê bi navê Diyar Endakçi ku li taxa Akkopru rûdinê diyar kir ku mala wan nêzî Kişlaya Akopru ye û ewlehiya wan tune. Endakçi, da zanîn ku dema ji malê diçin navenda bajar û dîsa êvarî tên mala xwe ya li taxê ji aliyê leşkeriyê ve tên rawestandin û rastî kontrola nasnameyan tên. Welatiyê taxa Akkopru Bahiyettin Demîr jî heman fikar anî ziman û diyar kir ku ewlehiya wan tune ye.
(mae)
