1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Wan ji bo bajarên ekolojîk dê bibe mînak
Wan ji bo bajarên ekolojîk dê bibe mînak,wan,ji,bo,bajarên,ekolojîk,dê,bibe,mînak

Wan ji bo bajarên ekolojîk dê bibe mînak

A+ A-

SELMAN ÇÎÇEK

WAN (DÎHA) – Wan a ku ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye di konferansa rêveberên herêmî ya jinan a DBP’ê de ji bo projeyên ekolojiyê weke bajarê pîlot hat hilbijartin. Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya KCD’ê Fatih Şahîn ê ku biryar nirxand diyar kir ku bajarek ku herî zêde talankirinên xwezayê û qirêjbûna derdor lê tê jiyankirin, ji bo projeyên ekolojîk bibe pîlot biryareke girîng e û bi vê biryarê Wan cardin bigihijê dîroka xwe.

Komîsyona Rêveberên Herêmî yên Jin ên DBP’ ê bi şîara “Em axa xwe, ava xwe, enerjiya xwe komîn bikin, jiyana azad a demokratîk avabikin” li 6 bajaran kongreyên hemwext li dar xistin. Yek ji biryarên ku di kongreyan de hate girtin jî Wan bi projeyên ekolojîk yên şaredariya bajarê mezin a Wanê bajarê pîlot hat hilbijartin. Wan gencîneyeke ku bi sedsalane ji hemû zindîtiyên dîrokê re dibe şahid û ji gelek desthilatdariyan re malovanî kiriye. Wan a ku xwediyê gelek hebûnên dîrokî yên weke Gola Wanê, Sûlava Begiriyê, Sura Hoşapê, Girava Axtamarayê ye, heman demê de welatê gelek fêkî û sebzeyan e. Wan a ku dewlemendiya keskahiya axa wê û şînahiya gola wê digihe hev, niha jî her ku diçe ber bi zerbûnê ve diçe. Yek ji bajarên di 12 salên desthilatdariya AKP’ ê de rastî talanên xwezayê hatiye jî Wan e.

Çemên ku jiyanê didin Wanê ji ber ku li ser wan 32 HES û 3 bendavên parastinê hatine çêkirin ketine di rewşa parastina çeman de. Dîsa bi sedemê nebûna li bajêr tesîsa lêkolînê ya modern, ava kanalîzasyonên bajarekî 1 milyon kesî ji sedî 50 diherike Gola Wanê. Dîsa zeviyên fêqî û zebzeyan ên ku gencîneyên Wanê ne, ji ber sedema belavbûna hewaya qirêj a 77 kanên keviran berbi tûnebûnê ve diçin. Wan a ku pirsgirêkên ekolojîk gihiştiye pileya herî dawî, bi hilbijartina Wanê ya ji bo projeyên ekolojîk ku bibe bajarê pîlot hêviyê dide gelê Wanê. Endamê Komisyona Ekolojiyê ya KCD’ê Fatih Şahîn ê ku biryar nirxand diyar kir ku bajarek ku herî zêde talankirinên xwezayê û qirêjbûna derdor lê tê jiyan kirin, ji bo projeyên ekolojîk bibe pîlot biryareke giring e.

‘AKP’ e bi zanebûn xwezayê qetil dike’

Şahîn diyar kir ku Wan bajarê Kurdistanê yê herî zêde rû bi rûyê qirêjiya derdor û talankirina xwezayê têye. Şahîn balkişand ser ji ber qirêjkirinê tûnebûna Gola Wanê û anî ziman ku piştî erdhejê AKP’ ê xwezaya bajêr bi TOKÎ kirinê tûne dike. Şahîn diyar kir ku AKP bi zanebûn xwezayê qetil dike û got: “Dema Bêgirî tê gotin yekem car Sulava Bêgiriyê tê bîra mirov. Lê AKP’ê bi HES’an sulav zuwa kir. Dema mirov dibêje Şax, Kaniya Spî tê bîra mirov lê ew jî bi bendavên parastinê û HES’an tê tûnekirin. Mîks a ku ava cîhanê ya herî şirîn jê derdikeve jî bi avakirina HES’an flora zindî tê tûnekirin.”

Şahîn di berdewema axaftina xwe de wiha got: “AKP’ ê bi HES’an û bendavan ne tenê jiyana ekolojiyê tûne dike, heman demê de paşmakê hûnerî jî tûne dike.”

Biryar, dîsa Wanê ji nû ve şîn bike

Şahîn bal kişand ser biryara konferansa rêveberên herêmî yên jin a DBP’ê û diyar kir ku bi vê biryarê dîsa Wan wê bigihe dîrok û keskahiya xwe. Şahîn anî ziman ew ê bi projeya rêk û pêkirina Gola Wanê dest pê bikin û gilî li kêm mayîna rêveberên herêmî kir. Şahîn wiha gotinên xwe domand: “Ji ber ne afirandina avahiya bingeh ji sedan 50 ava kanalazîsyonên bajêr diherikin Gola Wanê. Divê rêveberiya herêmî demildest ji pêşî li girtina qirêjbûna Gola Wanê re bibe asteng.”

Şahîn destnîşan kir ku ew ê dawî li dagirkirina peravên Gola Wanê a ji aliyê dewletê ve bînîn û yê mafê gelê wê bidin gel.

‘Wê her zevî ji bo karên çandiniyê bên nirxandin’

Şahîn diyar kir çandiniya ku gencîneya Wanê ya herî mezin e, projeye hatine amedekirin û êdî wê bi kar bînin. Şahîn anî ziman ku wê bi kesên pispor re qadên Kevenli yên bi kevir de darên guz û behivan biçînin, wê li çiyayê Erek ê jî darên beruyan biçînin. Şahîn wiha pê de çû: “Em ê projeyên xwe bi rêya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê pêk bînin û projeya me ya herî mezin ewe ku em bi bernameyên perwerdeyê di mirovan de hişmediya ekolojîk bidin hişyarkirin. Şahîn wiha dawî li gotinên xwe anî: “Projeya me ya herî mezin perwede ye, em ê ji meclisên taxan heya civatên bajar her kesî di perwerdeya hişmediya parastina derdor re derbas bikin.”

(byt/sa)