1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Wanî vedigerin
Wanî vedigerin,wanî,vedigerin

Wanî vedigerin

Piştî hewa germ bûn welatî vedigerin Wanê

A+ A-

ZEYNEP KURÎŞ Welatiyên piştî erdheja Wanê koçberî bajarên cuda bûn piştî hewa germ bû dest bi vegera Wanê kirin. Ji welatiyên koçberî Mêrsînê bû Azîzî Aşkan, diyar kir ku dewlet her tim kurdan mexdur dike û wiha got: "Sozên dayîn bi cih neanîn. Em 2 caran mexdur bûn. Li şuna vir em di nav xerabayên malên xwe yên li Wanê de jiyabana baştir bû."

Welatiyên piştî erdheja Wanê koçberî bajarên cuda bûn, ligel rewşa hewayî dest bi germê kir, dest bi vegera Wanê kirin. Ji welatiyên piştî erdhejê koçberî taxa Yenîpazarê ya navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bû Azîz Aşkan, diyar kir ku ji ber erdhejê mala wî hilweşiya û gelek mexdur bû û wiha axivî: "Dewletê alîkarî neda me. Kon nedan me. Derfetên ku em hewcehiyên xwe bi cih bînin pêk nehatin. Ji ber vê yekê me ji Wanê koç kir." Aşkan, anî ziman ku rayedaran gelê Wanê bi tenê hêşt û bi vê yekê koçber kirin. Aşkan, da zanîn ku ew hatin bajarên nenas û rastî nêzîkahiyên nîjadperest hatin û ji ber vê yekê cara duyemîn jî mexdur bûn. Aşkan, bilêv kir ku ew bavê 4 zarokan e û dibûyerên Newrozê de zarokek wî hate girtin û şandin Girtîgeha Mûşê û wiha pê de çû: "Em li Mêrsînê rastî gelek pirsgirêk û zehmetiyan hatin. Li vir kar nedan me. Demên em birçî mayîn jî hebûn."

'Em dixwazin li vî welatî weke mirovan bijîn'

Aşkan, diyar kir ku bi destpêka rewşa hewayî gerimbû keyfxweşiyekê ew girtin û dê di nava çend rojan de vegerin Wanê. Aşkan, anî ziman ku heke dê li Mêrsînê bijî dê vegere Wanê li ser xerabeyên mala xwe bijî û wiha pê de çû: "Heval û dostên me li kolanên Stenbolê belav bûn. Hinek ji me çûn Mêrsînê. Li welatê me rewşa me baştir bû. Em li vir perşan bûn. Erdhejê jiyana me hemû tevlî hev kir. Em bi eslê xwe Colemêrgî ne. Di sala 1998'an ji ber înyada dewletê ya cerdevaniyê me koçî Wanê kir. Ji ber erdhejê jî me koçî Mêrsînê kir. Niha em careke din vedigerin Wanê. Dewletê her tim kurd mexdur kirin. Êdî em van naxwazin bijîn. Em dixwazin li vî welatî weke mirovan bijîn." Aşkan, da zanîn ku ji ber ew dê vegerin Wanê gelek keyfxweş in.

(bd/mae)


Bêjeyên Miftehî