1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Wateya dibistanan nema, têkoşînê bilindtir bikin'
'Wateya dibistanan nema, têkoşînê bilindtir bikin',wateya,dibistanan,nema,têkoşînê,bilindtir,bikin

'Wateya dibistanan nema, têkoşînê bilindtir bikin'

A+ A-

WAN (DÎHA) - Xwendekarên dibistanên Wanê ku ev çend roj in ji bo silavkirina berxwenda rêvebiriyên cewherî dibistanan boykot dikin diyar kirin ku êdî wateya dibistanên dewletê nemane û bang li gelê Wanê kirin ku li dijî komkujiyan têkoşînê bilindtir bike.

Li bajarên Kurdistanê li aliyekê li hember rêvebirêyên cewherî êrîşên dewletê her ku diçe zêdetir dibe û li aliyê din jî berxwedana gel jî li her aliyê xurttir dibe. Welatiyên Wanê jî ev 4 roj in li hember êrîşên dewletê di nav çalakiyên bêdem de ne û gelek xwendekarên bajêr jî dibistanan boykot dikin. Xwendekarên ku dibistanan boykot dikin û li ber xwe didin banga bilindkirina têkoşînê li welatiyên Wanê kirin û bi gotinên, "Dema zarokên di zikê dayikan xwe de ji aliyê dewletê ve tên kuştin wateya dibistanên dewletê jî tune ye" bertekên xwe anîn ziman.

'Wateya dibistanên dewletê tune ye'

Xwendekarê bi navê Ayhan Kaçar bal kişand ser berxwedana Cizîr, Nisêbîn, Silopî û Sûrê û got ku ew ji bo xwedîderketina vê berxwedanê dibistanê boykot dike. Kaçar diyar kir ku ev çend roj in polîs êrîşê çalakiya boykotê dike û wiha got: "Komkujiya dewletê didome. Dema ev komkujî berdewam bikin tu wateya dibistanan jî tune ye."

'Ji bo jiyanek azad em boykot dikin'

Xwendekarê bi navê Emrûllah Kaya jî destnîşan kir ku çalakiya wan dê heya dawiyê bidome û wiha got: "Li her derê Kurdîstanê şer didomê. Eger wisa berdewam bike em ê her cihî veguherînin wek Kobanê. Em ê tekoşîna xwe berdewam bikin." Harûn Esen jî da zanîn ku ji bo jiyanek azad wan dest bi boykota dibistanan kirine.

'Bila gelê Wanê bêdeng nemîne'

Îsmaîl Emînoglû jî banga deng dayîna berxwedanê li gelê Wanê kir û got ku heya êrîşên dewletê bi dawî nebin ew ê bi girseyî boykota xwe berdewam bikin. Xwendekarê bi navê Şervan Yeşîl jî bertek nîşanî komkujiyên dewletê da û wiha axivî: "Zarokên kurd yên di bin êrişan de ne nikarin ji malên xwe derkevin. Dê ji bo çi bixwînin?"

(fb/gka/sy)